Li bajarê Barselona ya Katalonyayê bi hezaran kesî 10emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji destê DAIŞê pîroz kirin û piştgirî dan berxwedana Tişrînê.
Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê bi hezaran kurd, dostên wan, siyasetmedar, sendîkavan, akademîsyen, rêxistinên jin û ciwanan li Qada Ramla del Raval a Barcelonayê hatin ba hev. Girse bi hilgirtina pankarta “Parastina Kobanê tê wateya parastina jiyanê” û posterên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û alên YPG, YPJ, TJK-E’yê û berzkirina dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî YPG”, “Bijî Serok Apo” û “Qatil Erdogan” meşiyan. Di çalakiyê de êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên wê yên li dijî Rojava hatin şermezarkirin. Meşvanan anîn ziman ku parastina Rojava tê wateya parastina wekhevî, azadî û ekolojiyê û berxwedana YPG û YPJ’ê ya li Tişrînê ji bo gelan bûye çavkaniya îlhamê.
Li ber konsolosxaneyê çalakî
Di meşa ku li ber Konsolosxaneya tirk bi dawî bû, çalakgeran Tirkiye û rejîma Erdogan şermezar kirin û her wiha bêdengiya dewletên Ewropayê ya li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê yên li Rojava tên kirin şermezarvkirin. Di axaftinan de hate gotin ku divê hevgirtin hîn zêdetir bê zêdekirin. Li ber konsolosxaneyê bi sedan belavok hatin belavkirin.
Çavkaniya hêviyê
Di axaftinan de hate diyarkirin ku azadiya Kobanê bi bedelên mezin hatiye bidestxistin û hate destnîşankirin ku ji bo hemû mirovahiyê bûye sembola hêviyê û wiha domandin: “Rêya ku li Kobanê destpê kir, ji bo gelên Rojhilata Navîn bigihêjin siberojeke baştir wê bidome. Berxwedana Rojava ne tenê ji bo herêmekê ji bo hemû mirovahiyê çavkaniya îlhamê ye.”
Di çalakiyê de berxwedana gelê Kurd hate silavkirin. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.