Li zozanên Lolanê ya ser bi bajarokê Sîdekanê ve, ji ber barîna befrê agahî ji 21 kesan nayê girtin. Tê gotin 13 kes ji wan xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne.
Li gorî nûçeya RojNewsê; li gorî agahiyan ji duh êvarî ve, li zozanên Lolan ya ser bi bajarokê Sîdekan a bajarê Hewlêrê ve, barîna berfê dest pê kiriye û heya niha jî dewam dike. Hate zanîn ji ber barîna berfê agahî ji 21 kesan nayê girtin. Tê gotin 13 kes ji wan xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne û yên din jî xelkê Başûrê Kurdistanê ne.
Derbarê nasnameya wan de agahî nehatine standin, dibe ku ew kes koçer bin yan jî geştiyar bin.
Li herêmê ji ber barîna berfê rêya gelek gundan hatiye girtin.













