Piştî ku diyar bû namzetê PDKê yê Behdînanê di hilbijartinê de li ser neketiye, alîgirên wî daketin kolanan û encam protestokirin.
Encamên destpêkê yên hilbijartinên parlementoya Iraqê hatin aşkerekirin. Piştî ku diyar bû namzetê PDKê yê Behdînanê di hilbijartinê de li ser neketiye, alîgirên wî daketin kolanan û encam protestokirin.
Li nêzî bajaroka Berdereşê li Sêriyana Amyanê gelek aligirên PDKê rêya Dihok û hewlêrê girtin. Welatiyên ku li dijî PDKê dirûşman berz dikin, diyardikin ku pirsgirêkên herêma wan ji aliye PDKê ve nayên çareserkirin, PDKê îxanet li namzet û dengen wan kiriye.
Di heman demê de, endamên eşîra Silêvaniyan rêya Dihok-Zaxo, endamên eşîra Musireşiyan rêya deriyê sînor ê Zaxo-Îbrahîm Xelîl û endamên eşîra Goran jî rêyên Berdereş-Dihok û Hewlêrê girtin. Welatiyên ku li ser rêyan lastîkan dişewitînin, nerazîbûnên xwe didomînin.
Piştî bûyerê, hêzên PDKê bi gaza rondikrêj mudaxeleyî xwepêşanderan kirin. Lê belê, hate ragihandin ku xwepêşandanên welatiyan berdewam dikin.













