Platforma Saziyên Demokratîk ên Amedê li navçeya Bismilê civîna Aştî û Civaka Demokratîk li dar xistin. Beşdarên civînê xwestin Mafê Hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê parastin.”
Platforma Saziyên Demokratîk ên Amedê li eywana dawetê ya Firatê ya taxa senayîyê ya Bismila Amedê civîna Aştî û Civaka Demokratîk li dar xist. Di hevdîtina gel de nûnerên DEM Partiyê, Aktîvîstên TJAyê, nûner û rêveberên DBPê, endamên Komeleya 78an, Komeleya Dayîkên Aştiyê, MEBYA-DER, TUAY-DER, TMMOB, MED-DER, tevî nûnerên rêxistinên siyasî û civaka sivîl ên navçeyê û gelek kes tev li civîna gel bûn. Di civînê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” berzkirin. Bername ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Çetîn Arkaş ê ku 33 salan di girtîgehê de mabû, siyasetmedar Ayla Akat Ata û Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrînê Suzan Akîpa beşdarî bernameyê bû.
Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrînê Suzan Akîpa diyar kir ku nêzîkî sal û nîveke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya aştiyê daye destpêkirin û got: “Di nava vê salê de li gelek deverên Kurdistanê gelek civînen bi vî awayî hatine lidarxistin. Di salekî de du caran hevdîtinên parêzeran bi Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan re hatin kirin. Di pêvajoyê de hevdîtinên Rêber Abdullah Ocalan û dewletê çêdibin. Gelek caran Rêber Abdullah Ocalan, di hevdîtinên malbatê û parêzeran de dibije, Rêgeza Demokratîk hê jî ne şert û mercen guncav de ye. Divê hertim azadiya Serok Apo ya fîzîkî di rojevê de be. Tev li pêvajoyê bibe, bi vê yekê re jî meseleya Entegrasyona Demokratîk jî bê ziman. Entegrasyona Demokratîk ne ji bo asîmîlasyonê ye, kirdeya azadî û aştiyê ye. Entegrasyona Demokratîk bingeha xwişk û biratiyê gelê Kurd û Tirk e. Dewlet îro jî biryara Mafên Mirovan a Ewropayê tune dihesibîne. Bi vê yekê re divê Entegrasyona Demokratîk de hebûna Kurdan li her derê mafê Kurdan bê naskirin. Birêz Ocalan mafê Kurdan û Neteweya wan bi hev re dinirxîne. Êdî dema azadiya Serok Apo ya fîzîkî hatiye. Ew hertim di nava liv û tevgeran de ne, ji bo gelê Kurd bigihêje mafê xwe yê bingehîn. Divê her kes tişta bikeve ser milê wan bike.”
‘Em ê xwe birêxistin bikin’
Siyasetmedara Kurd Ayla Akat Ata jî ewil anî ziman ku her cara ku wan gavan avêtiye muxabatekî ji bo pêvajoyê tune bûye û got: “Salên 2013an û 1993yan li ber çavan in. Birêz Ocalan wê demê jî digot ez li muxatabet digerim. Vîna Serok hê jî heman e û nehatiye guhertin. Me di hilbijartina 2015an de dît çawa hat lidarxistin pê re jî dest bi xerabkirina pêvajoya kirin. Êdî herî dawî Dewlet Bahçelî sala borî di meclise de bi destê parlementerê me girt. Piştre Serok got, ez xwediyê wê qudretê me ku aştiyê pêk binim. Şikir em xwediyê Serokek wisa ne. Li ser vê axê dîsa hemû gel dijîn û ev welatê me ye. Me her serdem her tişt bi wan re parvekirin e. Em ê ji bo hemû gelên bindest xwe birêxistin bikin. Wekî me dît du hefte berê li Stenbolê konferans hat lidarxistin. Di wir de jî gelek kesan gotin hetine ber bi ronahiye ve. Di zindanan de bi hezaran hevalên me yên ku aştiyê dixwazin dîl tên girtin. Ku pêvajo pêk neyê aştî jî pêk nayê.”
‘Jinan ji salên 90î heta îro pêşengiya vê civakê kirin e’
Di berdewamê de Ayla Akat Ata balê kişand ser kar û xebatên xwe yên ku di salên 90î de meşandine û got ku wan jî weke parezvanên Mafê Mirovan ji bo aştiyeke mayînde xebitîne û wiha bi dawî kir: “Em di xwazin weke gelê Kurd di nava vê civakê de bi awayek azad bijîn. Gelek dayîkên me bi Tirkî nizanin. Niha ku ji wan bê pirsîn dê bêjin, ez Kurd im bi Tirkî nizanim biaxivim. Êdî rastiya Rojhilata Navîn û rastiya civakê ne weke 15 sal berê ye, êdî gelek tişt hatine guhertin. Em di 2025an de dijîn. Êdî gelê me hişyar e, êdî gotin gotina me ye. Em dikarin di 4ê mehê de bi kar û xebatên xwe xwe bigihênin mîtîngê û em bi tev li bûna xwe xwe bidin nişandan. Ger ku gel xwe nede nîşandan dê pêvajo jî ne meşe. Dîsa em ê ji paş ve gavan neavejin. Em ê xwe ya têkoşîna azadiyê bidomînin. Jinan ji salên 90î heta îro xwe dane nîşandan û pêşengiya vê civakê kirin e. Tevgera Jinên Azad, her tim bi xebatên xwe derketine pêş. Xelasiya gelên bindest encex bi paradîgmaya Xweseriya Demokratîk bê avakirin. Divê em qad bi qad û tax bi tax rêxistina xwe ji nû ve avabikin. Dewletê di sala 2009an dît ku em bi hêz in û dest bi operasyonên KCKê kir.”

‘Nirxên Kurdbûyînê li her derê belav bûye’
Çetîn Arkaş ê ku 33 sal di girtîgehê de mabû jî axivî û got: “Ji bo aştiyek mayînde hebe divê em bi hemû tevgeran û partiyan re hevdîtinan bikin. Ger ku ev pêvajoya aştiyê bê meşandin, divê li hemû eywanan ne posterên Rêber Apo, divê êdî ew bixwe li wir be. Ji ber hilbijartinên 7ê Hezêranê pêvajo hat xerabkirin. Jixwe beriya wî jî pêvajo hatibû xerabkirin. Piştî ku pêvajo hat xerabkirin li Girtigeha Greva Îmraliyê tundî zêde bûn. Dema ku Tahîr Elçî hat qetilkirin Rêber Apo wê got, mirina Wedat Aydin çibe ya Tahîr Elçî jî ew e. Niha pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin, divê her kes vê pêvajoyê baş bixwîne. Dewletên Navneteweyî ne heyra çavên Kurdan ên reş in. Rêber Apo van rola hêzên Navneteweyî baş dixwîne û dibîne û di heman de ronahiya hêzên Navneteweyî temirand. Ew çi jî bikin dê dawiya wan bê li vê têkoşînê bisekine. Nirxên Kurdbûyînê li her derî belav bûye.”
Bername bi pirs û bersivan bi dawî bû û piştre dê bername li navçeya Farqînê berdewam bike.













