Li paytexta Belçîka Brukselê komkujiyên li Parîsê û kuştina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi çalakiyekê şermezar kirin.
Gelek nûner û endamên rêxistin û saziyên civakî li paytexta Belçîka Brûkselê kom bûn û komkujiyên li Parîs û kuştina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi çalakiyekê şermezar kirin. Gelek kes tevli çalakiyê bûn. Çalakî li pêşiya Stasyona navendî ya Brukselê (Gare Central) pêk anîn. Di çalakiyê de gelek wêneyên kesên Parîsê hatibûn kuştin û wêneyên her du rojnamevanan hildan. Daxuyanî bi zimanê Fransî û İngilîzî xwendin û gotin: “Dewleta dagirker bi qetilkirina rojnamevan, kesayetên navdar û siyasetmedaran, sûceke dîtir li nasnameya xwe ya qirêj zêde kir. Armanckirina rojnamevanan bi serê xwe sûceke pir mezin e. Lê welatên Ewropî û saziyên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe yên gemar li hember wan sûcan xwe bêdeng dikin. Ji ber ku Tirkiyê û çeteyên girêdayî wî li ber çavê tevahî cîhanê diyare ku DAÎŞ’ê cil guhertî ne. Bi wan êrîşan dixwazin tola têkçûna DAÎŞ’ê li Rojava hilînîn.”
Çalakgeran di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahiya gelê Kurd û dostên wan kirin ku pêwîste îro jî bi ruhê berxwedana Kobanê xwedî li Rojava derbikevin. Tevî baran û sermaya şid jî çalakî nêzî saetekê berdewam kir û bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.