• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Ewropayê sed hezaran kes ji bo azadiya Ocalan û statûya Rojava meşiya

Navenda Nûçeyan / AW

7 SIBAT 2026 - 18:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li gelek welatên Ewropayê bi sed hezaran Kurdistanî û dostên wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya Rojavayê Kurdistanê daketin qadan û meş li darxistin. Endamê Konseya Rêveber a KCKê Zûbeyîr Aydar di meşa Brûkselê de diyar kir ku gelê Kurd xwedî hêz û derfete ku Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê biparêze.

Li gelek bajarên cuda yên welatên Ewropayê bi şîara, “Ji bo Rêber Apo Azadî ji bo Rojava Statû” meş û mitîng hatin lidarxistin. Sazî û dezgehên Kurdistanê bi armanca derbirîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwestina statûya ji bo Rojavayê Kurdistanê li bajarê bajarê Cenevre yê Swîsrê, li paytextê Belçîqayê Brûkselê, li bajarên Almanyayê Hambûrg, Manheîm û Karlsrûheyê, li bajarê Holandayê Rotterdamê û li paytextê Fransayê Parîsê bi sed hezaran kes daketin kolanan. Di meş û daxuyaniyan de bangawaziya azadiya Ocalan û nasandina statûya Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

Belçîqa

Li Brûkselê bi armanca azadiya Ocalan û statûya Rojavayê Kurdistanê gelek Kurdistanî û dostên wan hatin gel hev. Girseyên posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin, pankarta, “Ji bo Ocalan azadî ji bo Rojava statû” û “Rojava biparêze” vekir. Di meşa bi beşdariya deh hezaran kesî pêk hatî de sloganên, “Yek e yek e yek e Kurd yek e”, “Bijî Serok Apo” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” hatin berzkirin. Her wiha di dema meşan de sirûdên şoreşê hatin guhdarkirin. Girse bi coş û peroşek mezin azadiya Ocalan û statûya Rojava qêriya.

Aydar: Emê Kurdistanê biparêzin

Piştî meşê Zûbeyîr Aydar li Brûkselê bagî girseyê kir. Aydar balkişand ser armanca êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û daxuyand ku ev komployek ji hêla hêzên navdewletî û herêmî ve tên meşandin e. Aydan got ku çi dibe bila bibe dê xwedî li Rojavayê Kurdistanê derkevin û destkeftiyan biparêkin. Aydar ev êriş di heman demê wekî êrişek li dijî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pênase kir û derbirî ku eriş berdewama Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê ye. Aydar destnîşan kir ku dê xwedî li Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê derkevin û heta dawiyê destkeftiyan mezin bikin. Aydar wiha axivî: “Li dijî Rojava kompoleyek tê meşandin. Lingên vê komployên yên navdewletî û herêmî hene. Bêstatûbûnê li ser Kurdan ferz dikin. Lê êdî gelê Kurd vê yekê qebûl nake. Bi têkoşîna azadiyê gelê Kurd bûye xwedî hêz û derfet.” Aydar bi bîr xist ku peymanek di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî de hatiye çêkirin lê divê gelê Kurd li ser piyan be ku heta statûya rojava misoger dibe. Aydar hemû girseyên îro li Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya Rojavayê Kurdistanê daketine qadê pîroz kir û bi banga bilindkirina têkoşînê dawî li axaftina xwe anî.

Almanya

Bi heman armancê li bajarên Almanyayê Manheîm, Kîel, Hambûrg û Karlsrûheyê meşa hatin lidarxistin. Di meşan pankartên daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan û statûya Rojavayê Kurdistanê dikin bi Almanî hatin vekirin. Li ser pankarta, “Ji bo Ocalan Azadî”, “Rojavayê Kurdistanê biparêze”, “Jin jiyan azadî” hate nivîsandin. Girseyê alên YPJ, YPJ, ala Rêveberiya Xweser û Herêma Kurdistana Federal û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Girseyên li sê bajaran meş li darxistin, di tevahiya meşên dirêj de sloganên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e yek e Kurd yek e”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Bijî serok Apo” berz kir. di axaftinên di meş û mitîngên bajarên cuda hatîn kirin de mijara sereke daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya Rojavayê Kurdistanê bû. Di axaftinan de bang li gelê Kurd hate kirin ku heta azadiya Ocalan û statûya Rojava misoger bibe, têkoşînê mezin û berxwedanê bilind bikin.

Hollanda

Li bajarê Rotterdamê yê Holandayê jî bi heman armanc û daxwazê meş hate lidarxistin. Bi de hezaran Kurdistanî û dostên wan ji 7 salî heta 70 salî tev li meşê bûn. Di meşê de zarokên biçûk xwe bi rengên Kurdistanî xemilandin û li pêşiya mitîngê meşiyan. Girseya pankarta, “Defened Rojava-Rojava Biparêze: Jin Jiyan Azadî” vekir, sloganên dilsoziya xwe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, HSD, YPG, YPJ û şoreşa Rojava re tîne ziman qêriyan. Di dema meşê de sirûdên neteweyî û şoreşê ji wesayîtan hatin anonkirin û deh hezaran bi yek dengî sirûdê bûn. Her wiha girseyê bi yek dengî bersiva sloganên hatine anonskirin da û dubare kir. Piştî meşê axaftin hatin kirin û geşedanên li Kurdistanê hatin destnîşankirin. Di axaftinan de ligel daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya Rojava, girîngiya mezinkirina têkoşînê hate bibîrxistin. Di axaftinan de israra gelê Kurd a di azadiyê û parastina Kurdistanê de hate destnîşankirin.

Swîsre

Li bajarê Siwîsrê Cenewrê jî girseyek bi heybet ji bo Ocalan û Rojavayê Kurdistanê meşiya. Bi deh hezaran kes bi seatan meşiyan û dilsoziya xwe ya ji bo Ocalan û Rojava nîşan dan. Di meşê de pankarta, “Rojava Biparêz e: Ji Oclaan re azadî” hate vekirin û merşên şoreşê hatin gotin. piştî meşa bi seatan berdaw kir, soza parastina şoreşê û nixên şoreşê hate dayîn. Zarok, ciwan, jin û pîrên bi hevre qêriyan daxuyandin ku dê tu carî dest ji axa Kurdistanê û destkeftiyên şoreşê bernedin. Di axaftinên hatîn kirin de Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê jî hate şermezarkirin û îşaret bi komploya navneteweyî ya di 6ê Çileyê de li dijî Rojava pêk hatî. Meş bi slogan, gotina sirûd û lêdana çepikan bi dawî bû.

Fransa

ANF Images

Li paytex Parîsê jî wekî bajarên din deh hezar meşiyan. Girseyek mezin li pişt pankartên, “Xweserî ji bo Rojavayê Azad” û “Rojava biparêz” dest bi meşê kir. Gelek alên YPG, YPJ, Rêveberiya Xweser, Herêma Kurdistana Federal û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Di meşa deh hezaran Kurdistanî û dostên wan tevlê bûn de hate daxuyandin ku hêzên herêmî û hegemonîk bi peymana 6ê Çilayê li Parîsê di navbera Îsraîl, DYA, Ingilîstan û Tirkiyeyê pêk hatî, komployek nû ya navneteweyî dane destpêkirin. Axaftvanan balkişand ser seferberiya neteweyî û destnîşan kirin ku bi berxwedanê komplo di astek mezin de hatiye têkbirin. Her wiha ji bo heta azadiya Ocalan û misogerkirina statûya Rojavayê Kurdistan têkoşîn bê mezinkirin.

 

Etîket: AlmanyaBelçîqaBruksel.CenevreFransaKurdistanRêber apoRojavaYPG
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Fransayê balafir ket: 11 kes mirin

Li Fransayê balafir ket: 11 kes mirin

28 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan: Meseleya bingeyin a ya ke Komare demokratîk nîya

Dûran Kalkan: Azadiya Rêber Apo mifteya her tiştî ye

23 HEZÎRAN 2026
Li Kurdistanê hişyariya veguheztina tozê

Li Kurdistanê hişyariya veguheztina tozê

20 HEZÎRAN 2026
Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
Li Koyeyê peykera ‘jina ducanî’ ya 5 hezar salî hate dîtin

Li Koyeyê peykera ‘jina ducanî’ ya 5 hezar salî hate dîtin

14 HEZÎRAN 2026
Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

14 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (816)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne