• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Hesekê û Dirbêsiyê meş: Dê destkeftî bên parastin

    Li Hesekê û Dirbêsiyê meş: Dê destkeftî bên parastin

    Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê hate kirin

    Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê hate kirin

    Li cîhanê jî li Tirkiyeyê jî nelirêtî kûr dibe

    Li cîhanê jî li Tirkiyeyê jî nelirêtî kûr dibe

    Îsraîlê li Quneytrayê bendên kontrolê danîn

    Îsraîlê li Quneytrayê bendên kontrolê danîn

    Meclisa Weqfa Olî dorpêça Kobanê şermezar kir

    Meclisa Weqfa Olî dorpêça Kobanê şermezar kir

    Li Rojava sûcên li dijî zarokan: 18 zarok hatin kuştin û 11 jî birîndar kirin

    Li Rojava sûcên li dijî zarokan: 18 zarok hatin kuştin û 11 jî birîndar kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Navenda Nûçeyan /AW

10 SIBAT 2026 - 15:49
Kategorî: CÎHAN, KED Û ABORÎ, ROJANE
A A
Rêxistina Têkoşîna li Dijî Nelirêtiyê ya Navneteweyî (Transparency International-TI) diyar kir ku li seranserî cîhanê nelirêtî zêde dibin û ji pîvanên demokrasiyê de paşvaçûnek berbiçav heye. Li gorî daneyan nelirêtî li Tirkiye hêj xirabtir e.

Di rapora Endeksa Têgeha Nelirêtiyê ya 2025an de, DYE îsal 46 pile wergirt. TI diyar kir ku piştî Donald Trump Çileya 2025an dest bi wezîfeyê kir, zextên li ser saziyên serbixwe zêde bûne û destnîşan kir ku xweseriya darazê û mekanîzmayên hevsengiya demokratîk lewaz bûne. Lêpirsîna derbarê Serokê Bankaya Navendî ya DYEyê Jerome Powell hatiye destpêkirin jî, ji bo vê yekê wek mînak nîşan da. Di raporê de hate diyarkirin ku rêveberiya Trump alîkariyên derve di asteke mezin de kêm kirine û hewldanên ji bo têkoşîna li dijî nelirêtiya kûreyî lewaz kiriye.

122 welatan nelirêtî zêde ye

Li gorî endeksê ji 180 welatan 122yê wan di bin 50 pileyê de man. Hat diyarkirin ku Îngilistan û Fransa hîna jî di rêza jor de cih digirin, li van welatan xeteriya nelirêtiyê zêde bûne. Di nava Yekîtiya Ewropa de nelirêtî hêrî zêde li Bulgaristan û Macaristanê ye (40 pile). Hat ragihandin ku li Macaristanê hikûmeta Viktor Orban ev demek dirêje dewleta hiqûqê û hevpariya hilbijartinê lewaz kiriye.

Danîmarka bû mînak

Danîmarka cara 8emîn e weke welatê ji hêla nelirêtî de welatê herî zelal hate hilbijartin û bi 89 pileya di lûtkeyê de ye. Ûkrayna tevî pileya ketî jî (36) di nava welatên ku herî zêde pêşketin bi dest xistiye de ye.

Rewşa Tirkiyeyê xirabtir e

Di 10 salên dawî de pileya 50 welatan bi awayeke berçav paş ket. Di nava welatên herî zêde ketî de, Tirkiye (31), Macaristan (40) û Nikaragua (14) hene. Pileya Tirkiyeyê ya 2012an weke 49 hatibû diyarkirin. Li gorî tabloya TIyê tê dîtin ku ev pile sal bi sal ketiye. Tirkiye ji 2024an û vir ve 3 pile paş ket.

‘Berpirsyariyê bigirin ser xwe’

TI ev rewş bi “kêmasiya lîdertiya kûreyî” pênase kir û diyar kir ku tengkirina qada sivîl û zextên li ser rojnamevan û civaka sivîl nelirêtiyê zêde dike. Ji CEOyê rêxistinê Maíra Martini bang li hikûmetan kir ku mekanîzmayên kontrolê yên hîn xurttir ava bikin û ji bo qenciya civakê berpirsyariyê bigirin ser xwe.

Etîket: Rapora nelirêtiyêRêxistina Têkoşîna li Dijî Nelirêtiyê ya Navneteweyî (TI)Tirkiye
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Rojava û Sûriyê pêvajoya entegrasyonê: Di nav hefteyekê de çi bû, çi nebû?

Li Rojava û Sûriyê pêvajoya entegrasyonê: Di nav hefteyekê de çi bû, çi nebû?

8 SIBAT 2026
Ji Haaretzê angaşta balkêş: Ji bo Rojhilata Navîn plana Trump a nû çiye?

Ji Haaretzê angaşta balkêş: Ji bo Rojhilata Navîn plana Trump a nû çiye?

7 SIBAT 2026
DOSYE – Li Rojava rewşa herêmên dagirkirî-1  Efrîn di bin dagirkeriyê de ye, dewleta Tirk peymanê sabote dike

DOSYE – Li Rojava rewşa herêmên dagirkirî-1
Efrîn di bin dagirkeriyê de ye, dewleta Tirk peymanê sabote dike

7 SIBAT 2026
Çeteyên HTŞê ketin kemîna HSDê: Gelek çete hatin kuştin

HSD peymanê bicih tîne, komên Tirkiyê sabote dikin

6 SIBAT 2026
Komên Şamê cardin êrişî Sûweyda dikin

Komên Şamê cardin êrişî Sûweyda dikin

6 SIBAT 2026
Erdogan: Em li benda raporek pêvajoyê bi lez bike ne

Erdogan: Em li benda raporek pêvajoyê bi lez bike ne

5 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (385)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne