• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amedê belgefîlma ‘Terazûya Şikestî’ hat temaşekirin

    Li Amedê belgefîlma ‘Terazûya Şikestî’ hat temaşekirin

    MSD: Bi lez alîkariyê bigihînin koçberên li wargeha Hesekê

    MSD: Bi lez alîkariyê bigihînin koçberên li wargeha Hesekê

    Cejna Newrozê li Parka Şêxşamîl jî bicoş hate pîrozkirin

    Cejna Newrozê li Parka Şêxşamîl jî bicoş hate pîrozkirin

    Li her derê Stenbolê agirê Newrozê geş dibe

    Li her derê Stenbolê agirê Newrozê geş dibe

    Li Amedê ji bo Yilmaz Piling mewlûd hat dayîn

    Li Amedê ji bo Yilmaz Piling mewlûd hat dayîn

    Li Şankûşê cara yekemîn agirê Newrozê hate pêxistin

    Li Şankûşê cara yekemîn agirê Newrozê hate pêxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Amedê belgefîlma ‘Terazûya Şikestî’ hat temaşekirin

    Li Amedê belgefîlma ‘Terazûya Şikestî’ hat temaşekirin

    MSD: Bi lez alîkariyê bigihînin koçberên li wargeha Hesekê

    MSD: Bi lez alîkariyê bigihînin koçberên li wargeha Hesekê

    Cejna Newrozê li Parka Şêxşamîl jî bicoş hate pîrozkirin

    Cejna Newrozê li Parka Şêxşamîl jî bicoş hate pîrozkirin

    Li her derê Stenbolê agirê Newrozê geş dibe

    Li her derê Stenbolê agirê Newrozê geş dibe

    Li Amedê ji bo Yilmaz Piling mewlûd hat dayîn

    Li Amedê ji bo Yilmaz Piling mewlûd hat dayîn

    Li Şankûşê cara yekemîn agirê Newrozê hate pêxistin

    Li Şankûşê cara yekemîn agirê Newrozê hate pêxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Haaretzê angaşta balkêş: Ji bo Rojhilata Navîn plana Trump a nû çiye?

Navenda Nûçeyan / AW

7 SIBAT 2026 - 14:52
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Rojnameya navdar a Îsraîlê diyar kir ku siyaseta Rêveberiya Trump ya Îsrailê hindî diçe guherandina paradîgmayekek nû nîşan dide û wiha nivîsand: “Berê di hedefa Amerîkayê de li heremê afirandina eniya eksena Israîlê hebûn. Lê îro destek dide eksena Tirk-Siûdî-Pakistan ya li Sûrî, Irak û Lubnanê. Bi berfirehbûna eksena nû jî Îsraîlê dide aliyekê.”

Rojnameya navdar a Îsraîlê vê hefteyê siyaseta Trump a derbarê Rojhilata Navîn û rola Îsraîlê ya di vê siyasetê de girte rojeva xwe. Rojname diyar dike ku hewildanên Serokê Amerikayê Donald Trump, Îsrailê lewaz dike û li Rojhilata Navîn her ku diçe hê bêtir dibe sedema îzolasyona Îsraîlê.Di nivîsê de ev nirxandina balkêş tê kirin: “Ev ji bo Dewleta Îsrailê hem dibe sedema pirsgirêka ewlehiyê û hem jî xetereya hebûniyê ji bo Îsrailê derdixe holê.” Analîza li ser bandora stratejîk a polîtîkayên Rêveberiya Trump li ser statûya Îsrayîlê derdixe pêş û dibêje ku di têkiliyên DYA û Îsraîlê de guherînek paradîgmayî pêk hatiye. Rojane bi gotina, “Amerîka berê eksena eniya li heremê li ser Îsraîlê çê dikir” balê dikişîne ser girîngiya têkiliyên berê û Peymanên Îbrahîmî jî wekî mînak nîşan dide. Rojname destnîşan dike ku DYAyê paradîgmaya berê guherandiye û dii eksana eniya îro ya Amerîkayê de Îsraîl tê marjînalkirin û hişmendiya tifaqa Sûnî-Tirk derdikeve pêş.

Di rojnameyê de eksena nû û egerên wê wiha tên rêzkirin:

1. DYA Tirkiyeyê dike ‘piştgirê’ xwe û bihêz dike. Polîtîkaya Trump a bi gotina ‘Pêşiyê Amerika’ tê pênasekirin, dixwaze mudaxeleyên leşkerî yên li Rojhilata Navîn kêm bike. Trump ji bo vê valahiyê dabigire çav berdaye hêza herî xurt ya li heremê û ku ew jî wekî duyemîn hêza NATOyê Tirkiye ye. Ev rewş dê bandorek çewan li Îsraîlê bike? Trump, Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan wek dosteke stratejîk dibîne. Piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Tirkiyeyê bi milyar dolaran e û di nava vê destekê de razemeniya teknolojiya pêşketî jî heye. Ev destek dê bandora Erdogan û paradigmaya wî li Sûrî, Irak û Lubnanê serwer bike. Li van herêman berjewendiyên krîtîk yên ewlehiya Îsraîlê hene.

2. Pêkhatina eksena Tirk-Siûdî-Pakistan û izolasyona ewlehiya Îsraîlê. Pêşketina herî xeter tevlêbûna pêkan ya Tirkiyeyê ya peymana di 17ê Îlona 2025an ku di navbera Siûdî-Pakistanê de pêkhat, e. Heke hunera nukleerê ya Pakistanê, dewlemendiya Siûdî û hêz û teknolojiya parastinê ya Tirk bi ba hev dê li heremê bibe ‘eksena herî xurt’. Ev eksen, di bin sîwana Washingtonê de derkeve holê dê bi tu awayî koordinasyona xwe bi Îsrailê re nebe. Erebîstana Siûdî, bi desteka Trump têkiliya xwe ya parastinê bi Tirkiyeyê re çiqa xurt bike û pêş bixe dê berovajiyê vê motivasyona başkirina têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re lewaz bike. Ji ber ku cîhana Misilman bê ku berdêleke siyasî bide dê bibe xwediyê ‘sîwana parastinê’ ya heremê.

3. Ji aliyê enerjiyê ve aboriya Îsrailê dê xesareke krîtîk bibîne. Di deh salên dawî de ji bo ku Îsraîl, Qibris û Yewnanîstan di navbera Kendava Besrayê û Ewropayê de bibe ‘pira enerjiyê’ razemeniyeke pir zêde kir. Bi polîtîkayên Trump teşfîka ji razemeniya binezaiya Türk re tê kirin ji bo bêrûmetkirina Îsraîlê gefeke girîng e. Erebîstana Siûdî, di ser Sûriye û Tirkiyeyê de û ji wê jî hata Ewropayê dikare xeta gazê re razemenî çêbike û bibe ‘Korîdora Tirk’. Ev xet li gorî xeta Îsrailê gelek erzan û kintir e.

4. Senaryoyeke wisan dikare hêviyan Îsraîlê yên bi Korîdora Aborî ya Hindistan-Rojhilata Navîn-Ewrupayê (IMEC) ve girêdayî têk bibe. Heke ev senaryo Îsrailê bypass bike dê destkeftiyên jeoekonomiya Peymana Îbrahîmî jî lewaz bike û ji dest derxe.

5. Bi dawîbûna alîkariya derve ya Amerîkayê. Trump, ji Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu re bi awayeke vekirî got ku ew piştî peymana piştgiriya 10 salan (Peymana alîkariya 38 milyar dolarî ya di navbera Îsraîl û Obama de pêk hat) biqede dê nû nekin. Ne pêkane Netanyahu ji raya giştî re bêje ev biryara min e. Ev ji bo bihêzkirina hunera parastina Îsrailê felaket e. Ji bo ku ev biryara Trump neye qebûlkirin û berovajiyê wê pêk bê, bi hemû hêza xwe têbikoşe. Nebûna butçeya qerase ya ku ji ber şerê Gazzeyê derketiye holê bi alîkariya Amerîkayê nebe artêşa Îsrailê nikare xwe li ser piyan bigire.

6. Kêmbûna gotegot û manevrayên dijberên Îsrailê divê xelet neyê şîrovekirin. Ev kêmbûm hesabên Erdogan yên tunekirin û îzolekirina Dewleta Îsraîlê venaşêre. Trump, bi piştgiriya xwe ya aborî û siyasî destê lîderê Tirk xurt dike. Her wiha bê ku berdêlek bide lemba kesk ji xeta dijberiya Îsrailê re vêdixe.

Bi zextên Trump têkçûna Îranê jî teqez Îsraîlê bi hêz nake. Berovajiyê vê bandora Tirkiyeyê zêde dike. Tirkiye hewil dide taca serweriyê ya li heremê bidest bixe û dixwaze vê jî bi piştgiriya dide bîrdoziya Birayên Misilman pêk bîne.

Berjewendiyên Trump yên vekişîna ji Rojhilata Navîn û dewirkirina berpirsiyariya vê ji bo hêzek din û hesabên Erdogan yên hegemonîk dema bên gel hev rastiya stratejik ya nû derdikeve holê: Îsraîl dê bi eksena nû ya bi çeka nukleer ya Pakistanê û bi piştgiriya pereyên Siûdî tê birêvebirin re rû bi rû bimîne. Ev eksen, dê riyên ku diçin bazara Asya û Afrîkayê bixitimîne û xetên enerjiyê lewaz bike û bêwate bihêle.

Bi kurtasî Trump xurtkirina Tirkiyeyê wek avakrina rîya îstîkrara li heremê jî bibîne, ev di dîtina hişmendiya Îsraîlê de wekî riya îzolekirina Îsrailê tê dîtin, Her wiha Îsraîl vê wek tercîha Amerîkayê ya hevkariya ne bi dewleteke cihû re bi hevkarên xwe yê kevin Erebîstana Siûdî û Tirk re dibîne.

Etîket: DYAÎsraîlPakîstanSiûdî Erebistantifaqa nûTirkiyeTrump
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Medyaya Îranê: 2 fermandarên leşkerî hatin kuştin

Medyaya Îranê: 2 fermandarên leşkerî hatin kuştin

15 ADAR 2026
Îngilistan bi dronên Octopus tevî şerê Îranê dibe

Îngilistan bi dronên Octopus tevî şerê Îranê dibe

15 ADAR 2026
Heştî Şabî li Bexda û Xûrmatûyê derbên giran xwarin

Heştî Şabî li Bexda û Xûrmatûyê derbên giran xwarin

15 ADAR 2026
Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

Hevpeymaniya Kurd ji bo têkoşîna hevpar bang li gelê Azerî kir

15 ADAR 2026
Di şerê Îsraîl, Amerîka û Îranê de bombebarana balefiran û avêtina moşekan didome

Di roja 15an de şerê Îsraîl-DYA û Îranê: Trump heta cejnê dem da û gefa parçekirinê xwar

14 ADAR 2026
Îsraîlê li Tehranê baregeha Besîc bombebaran kir

Îsraîlê li Tehranê baregeha Besîc bombebaran kir

12 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîşê hatin dayîn

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîşê hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Bavê Welat hat oxirkirin: Bi slogana ‘şehîd namirin’ spartin axê HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gelê Kurd bi cil û bergên xwe ve tê naskirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelenga Newrozê Binevş Agal : Li Kurdistanê jiyan jî mirin jî xweş e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelenga Newrozê Zekiye Alkan : Çareya li dijî bêçaretiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanan civîna ‘Siberoja Azad’ li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Her sal Keleha Wanê dibe cihê berxwedana Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (583)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne