• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

    Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

    Gultan Kişanak di çarçoveya ‘civînên baweriyan’ de bi jinan re civiya

    Gultan Kişanak di çarçoveya ‘civînên baweriyan’ de bi jinan re civiya

    ‘Em dixwazin dayik û bav zimanê xwe ji bo vî nifşî biparêzin’

    ‘Em dixwazin dayik û bav zimanê xwe ji bo vî nifşî biparêzin’

    Li Kobanê noqteya nobetê ya hevpar rastî êrîşê hat

    Li Kobanê noqteya nobetê ya hevpar rastî êrîşê hat

    Îtîrazê girewtişê muxabirê ma Nedîm Oruçî ame redkerdene

    Rojnamegerî sûc hat hesibandin: Danişîna Nedîm Orûç di 24ê Nîsanê de ye

    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Cizîrê bi hezaran jin meşiyan: Em ê azadiyê mîsoger bikin

Şirnex / AW

7 ADAR 2026 - 17:03
Kategorî: JIN
A A
Li Cîzîrê bi hezaran jin ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û peyama “Jinên azad, civaka azad in” dan.

Tevgera Jinên Azad (TJA) di 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li navçeya Cîzîrê ya Şirnexê pîrozbahî û meşek li dar xist. Jin li Parka Botaş a Taxa Nurê li hev civiyan û li ber stranên Kurdî govend gerandin. Bi hezaran jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdarî çalakiyê bûn.

Piştî pîrozbahiya bi coş, jin bi pankartek ku li ser “Em bi berxwedanê û bi destxistina azadiyê civatek demokratîk ava dikin” ber bi avahiya navçeya DEM Partiyê ve meşiyan.

Di tevahiya meşê de, dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinên Kurd” hatin berzkirin. Dovîzên bi nivîsa “Jin, jiyan, azadî”, “Em wekheviyê dixwazin” û ji bo peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî “Silavên te, li ser seran li ser çavan” hatin hilgirtin.

Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn. Aktivîsta TJAyê Hatîce Oncu ku daxuyanî da, jinên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Jinên azad civatek azad ji me re hiştin. Bi berfirehkirina vê mîratê, em ê zihniyeta jinên azad ava bikin. Bêyî vê, civatek demokratîk nabe. Bi hezaran salan e ku jinan li hember hêza zihniyeta serdest a mêran li ber xwe dane. Em ê têkoşîna xwe li her derê berfireh bikin heta ku felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li çaraliyê cîhanê belav bibe. Niha, bi dirûşma ‘Dema jinan e’, em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan ji bo xwe bingeh bigirin.

Wekî TJA, em di 8ê Adarê de Şoreşa Rojava silav dikin. Şoreşa Rojava şoreşek jinan e. Parastina Rojava parastina jinên azad e. Hûn nikarin rêxistinên me hilweşînin. Ew rêxistin bûne ala berxwedanê. Em silavên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji jinan re şandiye digirin û em bi hezaran silavan ji Cizîrê dişînin Îmraliyê. Heta ku azadiya Fîzîkî ya Rêber Ocalan misoger bibe li qadan bin.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê, Newros Uysal Aslan jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji jinan re şandiye silav kir û got, “Peyam dê sibê were xwendin. Peyam dê rê li ber jinên Kurd ronî bike Em ji vir bi hezaran silavan dişînin.”

Girseyê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bersiv da silavê.

Piştî daxuyaniyê, jinan bi stranên Kurdî govend gerandin.

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Êlihê mitînga 8ê Adarê: Divê jin ji bo azadiya birêz Ocalan têkoşîna xwe xurttir bikin

Li Êlihê mitînga 8ê Adarê: Divê jin ji bo azadiya birêz Ocalan têkoşîna xwe xurttir bikin

7 ADAR 2026
Jinên Wanê dawetî mitînga 8ê Adarê kirin

Jinên Wanê dawetî mitînga 8ê Adarê kirin

7 ADAR 2026
Meclîsa Jinan a KESKa Wanê: Em ji bo azadî û wekheviyê li qadan e

Meclîsa Jinan a KESKa Wanê: Em ji bo azadî û wekheviyê li qadan e

7 ADAR 2026
Li Sêrtê meş hate lidarxistin: Em ji bo jiyaneke azad têdikoşin

Li Sêrtê meş hate lidarxistin: Em ji bo jiyaneke azad têdikoşin

7 ADAR 2026
Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

7 ADAR 2026
Akademiya Jineolojiyê fîlmê “Jinwar” da temaşekirin

Akademiya Jineolojiyê fîlmê “Jinwar” da temaşekirin

2 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Di girtîgehên Îranê de jineke Têkoşer a Kurd: Şîrîn Elemhûlî – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê mitînga 8ê Adarê: Divê jin ji bo azadiya birêz Ocalan têkoşîna xwe xurttir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Kedkar: Divê ne tenê rojekê her roj dengê jinan bê bihîstin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Guterres: Dibe ku Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (278)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne