• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Sêrtê meş hate lidarxistin: Em ji bo jiyaneke azad têdikoşin

Sêrt / AW

7 ADAR 2026 - 15:09
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Hevberdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ya di meşa bi boneya 8ê Adarê de hate lidarxistin de axivî destnîşan kir ku ji bo jiyaneke wekhev, azad têdikoşin. Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku jin roj bi roj têkoşîna xwe bi pêş dixin û xwest jin li dijî komkujiyan dengê xwe bilind bikin.

Di pêşengtiya Meclisa Jinan Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji ber avahiya DEM Partiyê ya Sêrtê heta Cadeya Guresê meşek hate lidarxistin. Meş bi dirûşma “Em bi serhildana xwe berxwedanê, bi berxwedanê jiyana azad û wekhev dihûnin” hate lidarxistin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Danış Beştaş, Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û parlamentera bajêr Sabahat Erdogan Saritaş û gelek jin beşdarî meşê bûn.

Jinên ku li ber avahiya partiyê kom bûn li vir demekî dirêj stran gotin û li ber stranan govend gerandin. Jinên ku bi dowîzên “Jin jiyan azadî” , “Em li dijî tundiya dewlet-mêr bêdeng nabin” û “Peymana Stenbolê dide jiyîn” û wêneyên jinên hatine kuştin dest bi meşê kirin di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî, azad bike Rêbertî” , “Bijî berxwedana jinan” , “Bijî berxwedana Rojava” , “Mêr dikuje dewlet diparêze” berz kirin. Jinên ku cil û bergên xwe yên Kurdî li xwe kirin, şalen mor avêtin stûyê xwe û bi dirûşm, çepik û tilîliyan gihiştin Cadeya Guresê.

Jinên ku li vir jî demekî dirêj stran gotin û govend gerandin daxuyanî dan. Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Rewşan Arslan a ewilî axivî, roja jinan li hemû jinan pîroz kir û got: “Heta ku jin azad nebin civak nikare azad bibe.” Dû re Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş axivî û çar aliyên Kurdistanê silav kir û roja jinan pîroz kir.

‘Em ji bo jiyaneke wekhev û azad têdikoşin’

Halîde Turkoglû jî bi pîrozkirina roja jinan dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Weke jinên ku dibin hedefa tundiyê; Em ê li her derê daxwazên xwe yên wekhevî, azadî û aştiyê bidomînin. Têkoşîna 8ê Adarê têkoşîneke ku jinan li seranserê cîhanê tîne cem hev. Em jin bi daxwazên xwe yên herî mafdar li qadan e. Em ji bo jiyaneke wekhev û azad têdikoşin. Îro ev têkoşîn li her derê cîhanê bilind dibe. Ev deng ewqas mezin ku di şeran de bedena jinan hedef tê girtin. Tundiya li dijî jinan îro roj bi roj zêde dibe. Heke îro mêr kuştina jinekê ji xwe re weke mafekê bibîne ev têkildarî feraseta desthilatê ye. Em jin di 8ê Adarê de li dijî tundiya li ser jinan serî hildidin. Têkoşîna me ya wekheviyê bilind dibe. Ji ber ku li cihê ku wekhevî lê nebe tundî heye. Em jin li dijî vê pergala mêrsalar dibêjin ku ‘Hûn dikarin li Rojhilata Navîn tarîtiyê belav bikin, bi şeran îradeya gelan xesp bikin, jinan qir bikin lê me li Rojhilata Navîn, li Rojava hêza xwe ji jinên ku li Rojava li ber xwe didin girtiye. Şoreşa Jinan a Rojava li dijî pergala tarî ya li Rojhilata Navîn serhildan e. Em vê serhildanê silav dikin. Em ê xwedî li vê têkoşînê derkevin.”

Halîde Turkoglû anî ziman ku bi jinên ku li îran û Rojhilat bi felsefeya “Jin jiyan azadî” têkoşin û jinên Efxanistanî re di nava piştevaniyê de ne û wiha domand: “Em li hemberî pergala serdest a mêran bîat nakin. Em hemû jinên cîhanê silav dikin. Ev 8ê Adarê ji bo me roja berxwedanê ye û di heman demê de rojeke ku jin daxwazên xwe yên azadî, wekhevî û aştiyê tînin ziman e.”

‘Jin dê têkoşîna xwe ya jinan û azadiyê bilind bikin’

Halîde Turkoglu bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêvajoya ku Birêz Ocalan bi banga xwe dest pê kir, bangewaziyek e ku em jin jî li dora wê bûne xelek e. Ji ber ku çawa ev pergal Kurdan û karkeran înkar dikin; ew jinan jî înkar dike. Îro, têkoşîna aştiyê; Têkoşîna jinan a ji bo aştî û wekheviyê ye. Felsefeya ‘jin, jiyan, azadiyê’ ev yek fêrî me kir. Mezinkirina vê têkoşînê wê derfetê bide jinan ku têkoşîna xwe ya jiyan û azadiyê bilind bikin.”

‘Em jin divê pêşengtiya vê pêvajoyê bikin’

Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaşê jî 8ê Adarê li jinan pîroz kir. Meral Daniş Beştaş diyar kir ku jin roj bi roj têkoşîna xwe bi pêş dixin û wiha got: “Li Rojhilata Navîn şerên mezin hene. Şerê Cîhanê yê 3yemîn li herêma Kurdistanê diqewime. Li ku derê şer hebe, dijminatiya Kurdan teqez tê nîşandan. Ji ber vê yekê, têkoşîna me jinan di serî de ji bo hebûna me ye. Em li dijî hemû nijadperestiyê têkoşîneke mezin dimeşînin. Wek jin, em di ziman, nasname û mafên xwe yên neteweyî de pêşengtiyê dikin. Em ê tu carî dev ji van mafan bernedin. Têkoşîna me jî ji bo mafên jinan e. Em dibêjin jin pêşengên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk in. Ev pêvajo ji bo hemû gelan rêyeke pîroz e. Îro birêz Ocalan di vî warî de xebateke berfireh dimeşîne. Em dizanin ku ew 27 sal in ji bo gelê Kurd azad bijî li Girava Îmraliyê çi têkoşîneke mezin dimeşîne. Ji ber vê yekê divê jin pêşengtiya vê pêvajoyê bikin. Em berpirsyariya xwe dizanin û em ê pêşengtiyê bikin.”

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku di rojê de 3 jin ji aliyê mêran ve tên kuştin û anî ziman ku divê jin li dijî van komkujiyan dengê xwe bilind bikin. Meral Daniş Beştaş diyar kir ku 8ê Adarê ji ber vê yekê girîng e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila 8ê Adarê pîroz be, bila meş, têkoşîn û keda jinan pîroz be.”

Piştî axaftinan dirûşma “Jin jiyan azadî” hate berzkirin. Meş bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

9 ADAR 2026
Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

8 ADAR 2026
Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

8 ADAR 2026
Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

8 ADAR 2026
Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

8 ADAR 2026
Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

8 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di roja 2an de didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di vê serdemê de destpêkirina pêvajoyê pir girîng e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Tecrîd didome, divê dewlet bi wêrekî tevbigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîsan êrişî çalakiya jinan kir: 4 jin hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bekargolu: Pêwistî bi pênaseyeke nû ya netewbûnê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (396)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne