Şirnex – Li Cizîrê ji aliyê qeymeqamtiyê ve pêşengeha pirtûkan ku tenê weşanxaneyên Tirkî tev li bûne hatiye vekirin û welatiyan bertek nîşanî nebûna weşanxaneyên Kurdî da.
Dewleta Tirk bi dehan salan e li ser zimanê Kurdî polîtîkayên bişaftinê dimeşîne. Geh zimanê Kurdî tê qedexekirin geh li pêşdibistanan zarokên Kurd tên asîmilekirin. Di salên dawî de saziyên dewletê bi bernameyên cur bi cur vê polîtîkayên bişaftinê berdewam dike. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di Qeymeqamtiya Cizîrê ji bo bişaftinê û tunehesibandina Kurdî ket nav hewldanek din.
Weşanxaneyên Kurdî nehatine vexwendin
Li Kolana Hunerê bi beşdarbûna 120 weşanxaneyan fuara pirtûkan a Cizîrê hatiye vekirin, li gel ku Cizîr bajarek Kurdewar e û hemû welatiyên ji vir in û li Cizîrê dijîn bi Kurdî diaxivin jî kesên ev bername amade kirine tenê weşanxaneyên Tîrkî anîne fuarê. Tenê 2 weşanxaneyên ku pirtûkên Kurdî difiroşin jî bi têkiliyên xwe yên şexsî di nava vê organîzasyonê de cih digirin.
Bêyî ku destûrê bixwazin fuar vekirine
Qeymeqamtiya Cizîrê ji bo vekirina fuara bişaftina zarokên Kurd divê ji bo cih destûr ji şaredariyê bixwesta lê ev yek nekiriye. Li gorî ahagiyên ji Şaredariya Cizîrê hatine bidestxistin qeymeqamtiyê tenê nivîsek ji bo agahdarkirinê ji şaredariyê re şandiye. Ev yek jî pirsa, “Qeymeqam vê hêzê ji ku distîne” tîne bîra mirovan.
‘Em ji ber nebûna pirtûkên Kurdî dilşkestî ne’
Welatiyê bi navê Erdal Bariş ku ji bo stendina pirtûkên Kurdî hat fuarê bertek nîşanî nebûna pirtûkên Kurdî da û wiha axivî: “Deverek wek Cizîra Botan ku di aliyê Kurdewariyê de pêşketî weşanxaneyên Kurdî tünene, bi rastî em dilşkestî ne. Em diviya pirtûkên nîve nîv pirtûk û weşanxane Kurdî bûna, em van kesên organîzator rexne dikin.”
‘Ev pirtûk ji çanda me dûr in’
Welatiyê bi navê Fadil Tay ku ji navçeya Silopiyayê ji bo pirtûkên Kurdî berê xwe daye Cizîrê jî da zanîn ku ew li bajarek bi çanda xwe ve girêdayî ne dijîn û nerazîbûna xwe wiha anî ziman: “Pirtûkên Kurdî ji bo civaka me gelekî muhîm e mixabin li vir pirtûkên Kurdî tünene. Em li vir dibînin ku piranî ne pirtûkên çanda me ne, ev yek kêmasiyek mezin e. Me dixwest weşanxaneyên me jî li vir hebûna. Fikrek baş e lê di aliyê temsîliyetê de pirsgirêk heye.”















