Saziyên ziman ên Şirnexê û Şerdariya Cizîrê di çerçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de 11emîn Mîhrîcana Ziman Çand û Hunerê ya Cizîrê li darxist. Di roja 2an a mîhrîcanê de Koma Birca Belek konserek li dar xist.
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî (CÛDÎ-DER) û Şeredariya Cizîrê di çerçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de 11êmîn Mîhrîcana Ziman Çand û Hunerê ya Cizîrê li dar xist. Mîhrîcan di roja 2an de li qada Agirkujê ya Şeredariya Cizîrê bi konserê berdewam kir. Li ser dikê pankarta ku li ser, “Statuya kurdî perwerdehiya kurdî, Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” dinivisi hat daliqandin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, hevşeredarên Cizîrê Guler Yarbasan Tunç, Abdurrahim Durmuş û gelek welatiyên Cizîrê tevlî konserê bûn.
Stran pêşkeşî Sirri Sureyya Onder kirin
Koma Birca Belek li ser dikê stran gotin. Koma Birca Belek strana xwe ya yekêm pêşkeşî endamê şandeyê Îmrali yê DEM Partî Sirri Sureyya Onder ku di 3yê Gulanê de ji Stenbolê nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da kirin. Li ser dikê jî wêneyê Sirri Sureyya Onder hat nîşandan. Welatiyan jî dirûşmeya, “Şehîd namirin” berzkirin. Koma Birca Belek bi stranên xwe welatî çoşandin. Welatiyan jî li ber stranên tên gotin govend gerandin.