Wan- Amerîka û Îsraîlê di 28ê Sibatê de li dijî Îranê êrişên hawayî dan destpêkirin. Welatiyê Ûrmiyeyî diyar kir ku balafîrên şer yên Îsraîlê du roj berê êrişî du heb nexwaşxaneyan kir. Di van êrişan de nêzî 10 kesan jiyana xwe ji dest da.
Amerîka û Îsraîlê di 28ê Sibatê de li dijî Îranê êrişên hawayî dan destpêkirin. Li dijî van êrişan Îran jî bi moşekan balîstîk êrişî Îsraîlê û baregehên leşkerî yên li Amerîkayê yên li derdora Kendavê dike. Îran bi dronên xwekuj êrişî baregehên DYAyê yên welatên cîran dike. Di heman demê de DYA û Îsraîl êrişên xwe yên li dijî baregehên leşkerî yên rejîma îranê li Rojhilatê Kurdistanê jî zêde kirine.
Li deriyê sînor yê Kapikoyê a li Navçeya Seravê ya Wanê jî di navbera Bakûr û Rojhilat de çûn û hatin çêdibin. Welatiyên Îranî yên li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê kêm be jî derbasî Îranê dibin. Îran derketina welatiyên xwe asteng dike û welatiyên ji welatên din jî dersînor dike.
‘Li her derê baregehên leşkerî dixin’
Welatiyên ku li Îranê derbasî Bakûr bûn derbarê rewşa şer, şert û mercên gel yên jiyana li Îranê agahî dan. Piraniya welatiyan ji ber tirsa Rejîma Îranê nexwestin dîmen bidin û navê xwe aşkere bikin. Welatiyê ji Ûrmiyê yê nexwest navê xwe bide bi bîr xist ku li seranserê Îranê êriş pêk tên û wiha got: “Taybetî van rojan êrişên li ser Bajarên Kurdan zêde bûne. DYA û Îsraîl baregehên leşkerî bomberan dikin. Êrişên pir dijwar pêk tînin.”
‘Derfetên dermankirin û peydakirina nan kêm e’
Welatî diyar kir ku du roj berê li Ûrmiyeyê du nexwaşxane hatin bombekirin, gel perîşan bûye, derfetên dermankirinê nîn e û ev tişt gotin: “Di êrişan nexweşxaneyan de nêzî 10 kes jiyana xwe ji dest dan. Derfetên dermankirina nexweş û birîndaran tuneye. Gel di peydakirina nan û xwerinê de zehmetiyan dikişîne. Rejîm jî êrişî hêzên Kurd dike. Em hêvîdar in di demeke kurt de em li vê rejîma zilimkar rizgar bibin.”
‘Welatiyan bernadin, biyaniyan dersînor dikin’
Welatiyê bi navê Ozgur Yaşar ku ji bo serdana xizmên xwe çûbû Rizayê û îro vegeriya Wanê da zanîn ku gel li navenda bajaran li ber şer vedigere gundan û ev tişt gotin: “Gel ji ber şer direve gund û li cem xizmên xwe. Tirs di nav milet de heye. Milet nan û mazotê kom dike. Rejîm destûrê nade welatiyên Îranê derbasî vî alî bibin. Welatiyên Tirkiyeyê jî dersinor dikin.”
‘Bila gelê Îranê biryara guhertina rejîmê bide’
Welatiya Îranî a ji Wanê derbasî Îranê jî bû bertek nîşanê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îsraîlê da û got: “Ji guhertina rejîmê re divê gelê Îranê biryar bide. Welat ê me, ax a me dewlet a me ye. Em dikarin biryar bidin. DYA û Îsraîl nexweşxanê, dibistanan bombebaran dike û 160 zarok kuştin. Ji Trump re mirinê dixwazim.”





















