Bi pêşengiya TJAyê li navçeya Dihê ya Sêrtê jinan di çarçoveya xebatên 8ê Adarê de şahiya dengbêjiyê li dar xistin û jinan bi dorê stranan gotin.
Bi pêşengiya aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Dihê ya Sêrtê jinan di çarçoveya xebatên 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de şahiya dengbêjiyê li dar xistin û jinan bi dorê stranan gotin. Hevserokên DEM Partiyê û DBPê yên navend û navçeyê, Hevşaredara Sêrtê Safiye Alagaş û gelek jinên taxê li wir amade bûn. Her wiha jinan bênavber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
‘Jin ji bo azadiyê têkoşîneke gelek pîroz dide’
Hevşardara Sêrtê Safiye Alagaş ku tev li şahiya dengbêjiyê ya jinan bû axivî û got: “Di gelek kêliyên jiyanê de yên ku herî zêde êş û elemê dikişinin jin in û yên ku tên perçiqandin jî jin in. Lê tevî vê yekî dîsa jî ya ku herî li ber xwe dide dîsa jin e. Jin ji bo azadiya xwe têkoşîneke gelek pîroz dide. Li gelek deverên cîhanê gelek jin ji bo azadiyê daketine qadan. Cihê ku têkoşîna jinan a herî mezin lê tê kirin bi taybetî jî li Kurdistanê ye û li Rojava ye. Ji ber ku li wir azadiyê jinê tê hûnandin. Em jî bi vê mebestê 8ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin.”
Şahî bi gerandina govendê, bi tilîliyan û diruşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.














