• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Eyşe Şan bi stranên xwe hate bibîranîn

    Eyşe Şan bi stranên xwe hate bibîranîn

    Li Farqînê civîna “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin

    Li Farqînê civîna “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin

    Ahmet Turk: Di şexsê Leyla Zana de heqaret li Kurdan hat kirin

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Leyla Zana sembola berxwedanê ye

    Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Sîma Semend li Ebexê hat vekirin

    Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Sîma Semend li Ebexê hat vekirin

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Leyla Zana rûmeta me ye

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Leyla Zana rûmeta me ye

    Eyşe Şan li ser gora xwe hate bîranîn 

    Eyşe Şan li ser gora xwe hate bîranîn 

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Eyşe Şan bi stranên xwe hate bibîranîn

    Eyşe Şan bi stranên xwe hate bibîranîn

    Li Farqînê civîna “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin

    Li Farqînê civîna “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin

    Ahmet Turk: Di şexsê Leyla Zana de heqaret li Kurdan hat kirin

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Leyla Zana sembola berxwedanê ye

    Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Sîma Semend li Ebexê hat vekirin

    Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Sîma Semend li Ebexê hat vekirin

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Leyla Zana rûmeta me ye

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Leyla Zana rûmeta me ye

    Eyşe Şan li ser gora xwe hate bîranîn 

    Eyşe Şan li ser gora xwe hate bîranîn 

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Dihê û Dîgorê agirê Newrozê geş bû

Navenda Nûçeyan / AW

18 ADAR 2025 - 17:11
Kategorî: ROJANE
A A

Li navçeya Dihê ya Sêrtê û navçeya Dîgora Qersê pîrozbahiya Newrozê bi coşeke mezin hat lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di Newroz Dihê de got: “Em ê deriyê şer digirin. Lê belê provokasyonan dikin.”

Li navçeya Dihê ya Sêrtê pîrozbahiya Newrozê li Qada Cumhuriyetê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” hate pîrozkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, hevşaredar û gelek welatî tev li bûn. Di tevahiya pîrozbahiyê de girseyê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û “Newroz pîroz be” berz kir. Welatiyên ku bi fularên kesk, sor û zer û cilûbergên Kurdî hatin qadê, heta demekî dirêj li ber dahol û zirneyê govend gerandin. Welatiyên li ber kemançeyê govend gerandin, rê li ber dîmenên rengînv ekirin. Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevseroka DBP’a navçeyê Eda Kîlîs, Hevseroka DEM Partiyê ya navçeyê Emîne Degîn û Hevseroka DBP’a Sêrtê Muazzez Bulga Newroza gel pîroz kirin. Piştre jî Omer Ocalan û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi dirûşma “Newroz pîroz be” agirê Newrozê hil kirin.

‘Mafên Tirkan çi bin, mafên Kurdan jî ew in’

Omer Ocalan di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Ev navçeya me berxwedana li dijî zilmê baş dizane. Ma Egîdên vî welatî ji vê navçeyê derneketin? Gelê me ne heyranê şer e lê dema ziman, hebûn û îradeya wan nehat qebûlkirin jî heta dawiyê li ber xwe dide. Dem dema aştî û azadiyê ye. Birêz Ocalan rêya aştiyê vekir. Bi sala ye şer didome. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xwişk-biratî jinûve bê avakirin, peyamek şand. Divê dewlet jî bi vî destî bigire. Xwîn bi xwînê paqij nabe. Kurd bi kuştin û girtinê xelas nabin. Gelê Kurd bedelên giran da. Helbet em bi rastiya vî şerî dizanin, gelê me baştir dizane. Ji ber ku yên bedelê didin gel e. Mafê Tirkan çi bin, gelê Kurd jî dixwaze mafên wan jî ew bin.”

‘Pergala me ji pergala dewletê mezintir e’

Ocalan anî ziman ku bi pêşxistina pergala demokratîk a Abdullah Ocalan re li Rojhilata Navîn dê bibe modeleke xurt û wiha pê de çû: “Em ê deriyê şer bigirin. Pergala demokratîk ji bo gelan jiyaneke nû ye. Birêz Ocalan ji bo vê, ji bo we dixebite. Lê belê provokasyonan dikin. Duh li Kobanê ji malekê 7 zarok, dayik û bavê wan hatin qetilkirin. Ma ev gel dê vê çawa qebûl bike? Kuştin û qetilkirinê qebûl nake. Divê ev provokasyone bên bidawîkirin. Dema hûn ji Kurdan re dibêjin ‘em bira ne’ wê demê li gorî wê tevbigerin. Mirinê li Kurdan ferz nekin. Di pergaleke demokratîk de bijîn. Pergala ku em ê li ser vê xakê biafirînin, ji pergala dewletê mezintir e. Gelê Kurd pergala xwe di dil û zîhna xwe de ava kiriye.”

Ocalan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di dîroka Kurdan û Kurdistanê de Dihê bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin. Em ê xwedî li vê nirxê derkevin. We têkoşîna xwe çawa pêş xistibe, dê wisa çareseriya xwe jî pêş bixin û welatê xwe û birêz Ocalan jî azad bikin.”

Piştî axaftinan, stranbêj derketinin ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Dîgor

Li navçeya Dîgorê ya Qersê agirê Newrozê hate hilkirin. Bi sedan welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun di pîrozbahiyê de axivî û got: “Gelê me ji bo Newroza xwe azad pîroz bike gelek bedel da. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê agirê Newrozê hil e. Ev agir, heta azadiyê dê her yê hil be.”

‘Birêz Ocalan mizgîniyek mezin da’

Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî diyar kir ku di serdemeke dîrokî de ne û wiha got: “Di vê Newrozê de banga aştiyê ya birêz Abdullah Ocalan hat. Mizgîniyeke mezin da. Ev bang, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ji bo hemû gelan bangekî birûmet e. Heke pirsgirêka Kurd çareser bibe, dê hemû pirsgirêkên aborî û siyasî bên çareserkirin.”

Piştî axaftinan, Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin. Piştre jî stranbjêjên xwecihî derketin ser dikê. Girseyê govend gerand û dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Eyşe Şan bi stranên xwe hate bibîranîn

Eyşe Şan bi stranên xwe hate bibîranîn

18 KANÛN 2025
Li Farqînê civîna “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin

Li Farqînê civîna “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin

18 KANÛN 2025
Ahmet Turk: Di şexsê Leyla Zana de heqaret li Kurdan hat kirin

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Leyla Zana sembola berxwedanê ye

18 KANÛN 2025
Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Sîma Semend li Ebexê hat vekirin

Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Sîma Semend li Ebexê hat vekirin

18 KANÛN 2025
Platforma Ked û Demokrasiyê: Leyla Zana rûmeta me ye

Platforma Ked û Demokrasiyê: Leyla Zana rûmeta me ye

18 KANÛN 2025
Eyşe Şan li ser gora xwe hate bîranîn 

Eyşe Şan li ser gora xwe hate bîranîn 

18 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (347)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne