Li Stenbolê 3 kesan êrişî Bolyozxaneya Îsraîlê kir. Di pevçûna derketî de êrişkarek hat kuştin her 2 êrişkarên din û 2 polîs jî birîndar bûn.
Li navçeya Beşîktaş a Stenbolê 3 kesên nasnameya wan nediyar, bi çekan êrişî Balyozxaneya Îsraîlê kirin. Li pêşiya balyozxaneyê nêzî 5 deqeyan pevçûn derket. Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê derbarê bûyerê daxuyanî da û da zanîn ku di pevçûnê de êrişkarek hatiye kuştin, her 2 êrişkarên din û 2 polîs jî birîndar bûne.
Waliyê Stenbolê Davut Gul têkildarî êrişa Balyozxaneya Îsraîlê daxuyanî da û diyar kir ku di pevçûna derketî de êrişkarek hat kuştin, 2 êrişkarên din jî birîndar hatine girtin. Herwiha Davut Gul da zanîn ku di pevçûnê de 2 polîsên jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniyê kesên êriş pêk anînê ji Îzmîtê bi wesayîtekê hatine Stenbolê.
Hat zanîn ku ev 2 sal û nîv in tu nûner ne li balyozxaneyê ne.













