Bi dehan şêniyan li ber baregeheke Koalîsyona Navneteweyî ya Hesekê, ji bo protestokirina bêdengiya li hember komkujiyên li ser Kurdan, çalakiya rûniştinê li dar xistin. Jina Kurd Sîdem Mihamed li dijî bêdengiya komkujiya ser Kurdan a koalîsyonê, dest bi greva birçîbûnê kir.
Hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê û Tirkiyeyê li taxên Kurdan ên Eşrefiye û Şêxmeqsûd komkujî pêk anîn. Hêzên koalîsyonê jî bi bêdengiyê rê dan van êrişan. Jina Kurd Sîdem Mihamed li dijî bêdengiya komkujiyê, di konê çalakiya rûniştinê ya li Qesrika gundewarên Til Bayderê ya Hesekê de dest bi greva birçîbûnê kir.
‘Li dijî bêrûmetiyê rabin ser pêyan’
Sîdem Mihemed ji ANHAyê re axivî û wiha got: “Koalîsyon deyndarê me ye ji ber ku me li dijî terorê şer kir û hezaran ciwan û mirovên xwe feda kirin. Lê îro em bi bêdengiya navneteweyî re rû bi rû ne. Her kesek pesnê Kurdan dide lê ji bo komkujiyan bêdeng e. Divê Kurd xiyanet û komkujiyê qebûl nekin û li dijî bêrûmetiya li cenazeyên me hatiye kirin rabin ser pêyan.”













