Eniya Têkoşîna Gel li dijî Mehmûd Haghighat ê fermandarê qereqola polîsên Şehr-Daz li Îranşarê ku bi êşkenceyê namdar e, êrişek pêk anî.
Çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku ji ber krîza aborî li Bazara Tehranê dest pê kirin û li bajarên din belav bûn, 11 roj in berdewam dikin. Çalakî her ku diçe belavtir dibin û êrişên rejîmê jî li dijî çalakgeran zêdetir dibin. Çalakger jî li dijî hêzên rejîmê xwe rêxistin dikin.
Eniya Têkoşîna Gel, rêxistineke li Îranê, dîmenê êrişa xwe ya li ser wesayîta Mehmûd Haghighat ê fermandarê qereqola polîsên Şehr-Daz li Îranşarê, parve kir. Tê angaştkirin ku fermandarê îşkencekar hatiye kuştin.











