Zêdeyî 200 jin ji 16 welatan li Silêmaniyê kom bûn û biryara têkoşîna hevpar dan. Biryar dan ku piştgiryê bidin têkoşîna jinên êzidî.
Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî Tara Hisên der barê Kongreya Hevgirtina NADA de got: “Li ser bandora şer a li dijî jinan û yekîtiya jinan niqaşên girîng hatin kirin. Di encamê de hêzek mezin derket holê.”
Jinan 3 rojan li Silêmaniyê ji bo yekîtiyê û têkoşîna li dijî şer, koçberî, destdirêjiyê niqaş pêş xistin. Tecrûbeyên Şoreja Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûrî niqaş kirin.
Di navbera 15-17ê Gulanê de bi tevlîbûna zêdetirî 200 kesayetên jin ku ji 18 welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê amadebûne, Yekemîn Kongreya Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) pêk hat.
Jin li Silêmaniyê kom bûn û 1emîn Kongreya Hevgirtina NADA li dar xistin. Çalakvana Mafên Mirov Kinêr Ebdullah di konfreyê de got: “Lidarxistina vê kongreyê derfeteke ji bo danûstandina ezmûnên jinan, têkoşîna ji bo wekheviyê, bidestxistina mafan û avakirina aştiyê. Em hêvî dikin ku encama kongreyê dê bibe guhertinek rastîn.”
Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî Tara Hisên ku beşdarî Kongreya Hevgirtina NADA bû, çavdêrî û fikrên xwe bi Ajansa Welat (AW) re parve kir.
Tara Hisên anî ziman ku di 15-16-17ê Gulanê de li Bajarê Silêmaniyê Kongreya yekemîn pêk hat û got: “Di 3 rojan de li ser bingeha dîrokê niqaşeke fireh pêk hat. Li ser rola jinan û yekîtiya jinan niqaş pêş ketin. Li ser rewşa jinan, tundiya li dijî jinan û têkoşîna jinan niqaş hatin kirin. Di şerê cîhanê yê sêyemîn de li ser dîzaynkirina Rojhilata Navîn rol û rista jinan hat niqaşkirin. Dîsa astengiyên li pêş têkoşîna jinan hat niqaşkirin. Têkoşîna ku di salên dawî de jinan pêş xistine hatin niqaşkirin. Di kongreyê de encamnameyek derket holê. Vê konferansê bi sedan jinên ku ji bajarên cuda, çand bawrî û nasnameyên cura hatin kom bûn. Vê pir rengiya jinan moral û baweriyek mezin dan jinan.”
Jin tev qurbanê hişê baviksalarî ne
Tara Hisên da zanîn ku jinan di kongreyê de destnîşan kirin ku jin li ku dibe bila bibe, êşên wan li her welat û bajarên cuda yek in û çareserî jî têkoşîna hevpar e û got: “Di encamê de em li dijî lîberalîzm, sermayedar û li dijî aqilê baviksalarî têdikoşin. Em tev qurbanê vê hişmendiya baviksalarî û aqilê zilam e. em di çarenûsê de tev dijin hev û divê em têkoşîna xwe ya hevpar mezintir bikin. Konferansê hêzek mezin û baweriyek mezin da avakirin. Ji bo xebateke hevpar biryarên girîng derketin holê. Dê li her welatî û bajarên ku tev li vê konferansê bûne, dê ev biryar têkevin meriyetê.”
Tara Hisên destnîşan kir ku di vê kongreyê de li gel aloziyên siyasî û aboriyê û li gel şerê li Rojhilata Navîn ku vîna jinê û gelan dike hedef, di pêvajoya ku jin û zarok dibin qurbanên yekemîn de, jin hatin cem hev. Di rewşeke wisa de hatina cem hev a jinan de û parvekirina çandî, siyasî, çivakî û rewberbirî xwedî qîmetek gelek mezin e. Vê yekê bandokek mezin li ser konferansê kir.
Jin ji 18 welatan kom bûn
Tara Hisên bal kişand ser armanca kongreyê û got: “Kongre bi dirûşmeya “Ji ko komelgeke demokratîk a li ser bingeha şoreş û azadiya jinê pêk hat. Bi sedan jin çalakger û nûnerên saziyên jinan beşdar bûn. Ji 18 welatan nûnerên jinan beşdar bûn. Ji Filistin, Lubnan, Urdun, Misir, Tunus, Mixrib, Tomal, Sudan, Yemen, Mûrîtanya, Iraq, başûrê Kurdistan, Îran, Tirkiye, Sûriye Afganîstan nûnerên civakan û rengan başdar bûn. Ji van welatan Ereb, Kurd, Suryan, Aşûr, Amazîxî, Erbenî, Faris, Afgan, Êzidî, Kakaî beşdarî vê kongreyê bûn.
Jinan li ser rewşa şerê sêyemîn ê cîhanê niqaş kirin. Jinan destnîşan kirin ku di vî şerî de komkujiyeke veşartî ya li dijî jinan heye. Di şerê dawî de kuştin, koçberî, revandin, destdirêjî heye. Mînaka vê yekê jî jinên Şengal, Sûdan, Filistin hene. Van jinên ku ji van welatan hatibûn serpêhatiyên xwe anîn ziman. Jinan destnîşan kir ku ev tundiya li ser wan tê meşandin berhema netew dewletê ye.”
Di netew dewletê de demokrasî nîne
Tara Hisên da zanîn ku di Netew Dewletê de demokrasî tune û wiha axivî: “Di pergala Netew dewletê de mafê jinan tune ye. Hemû zagon, siyaset û rêveberiya Netew dewletê li ser hişmendiya serweriya jinê pêş dikeve. Hemû destûnên bihgehîn li ser aqilê baviksalarî tê avakirin. Xizmeta cihana desthilatdar dike. Ev pergal jî jinan dike qurban. Me tenê li ser qurbaniya jinan niqaş nekir. Me di heman demê de qala mirata têkoşîna ji bo azadiyê jî kir. Em şahidê şoreşa jinan a vê serdemê ne. Şoreşa jinan a li Kurdistanê wekî destkefiyek gelek mezin hat dîtin. Li Îranê şoreşa Jin Jiyan Azadî pêş ket û li Yemen, Tunus û welatên din jinan dikaribû pêşengiya şoreşa welatên xwe bikin. Em dibînin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin pêşengiya şoreşa demokratîk dikin. Ji bo hemû jinên ereb û suryan pêşengiyê dikin. Dîsa li Îranê me dît di peşêngiya jinên kurd de serhildan pêş ket. Ev serhildan, di encmaê de bû sedema şoreşa hemû gelê Îranê.
Tara Hisên da zanîn ku ev kongre bû sedem ku hemû jin bi hevre dengê xwe bilind bikin û wiha lê zêde kir: “Hat diyar kirin ku pêwiste jin li ser esasê têkoşîna hevpar li dijî hişmendiya baviksalarî têbikoşin. Hat diyar kirin ku pêwistî bi peymana Konfederalîzma Demokratîk a Jinan heye. Disa hat diyar kirin ku pêwistî bi pergala parastina rewa heye. Hevpeymana derket holê ji bo hêzkirina Konfederalîzma Demokratîk a Jinên Cîhanê bû gaveke girîng.
Dê piştgiriyê bidin têkoşîna jinên êzidî
Tara Hisên anî ziman ku di kongreyê de 12 xalên biryarê derketin pêş û ev xal wiha rêz kirin:
*Xurtkirina Hevgirtina NADA wek hevgirtineke jinan a berfireh ku li ser pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî ji xwe re esas digire, Peymana Rakirina Her Cûre Cudahiyên li Dijî Jinan (CEDAW), Peymana Stenbolê û biryara hejmar 1325 a Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî, wek belgeyên herêmî û navnetewî ku bingeha tifaqeke berfireh a jinan pêk tîne û xurtkirina wê.
*Qebûlkirina belgeyên şoreşa jinê ya li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Belgeya Konfederalîzma Demokratîk a Jinan wek referanseke bingehîn.
*Xurtkirina têkoşîna jinan ji bo avakirina civakeke azad, wekhev û parveker.
*Avakirina aştî û civakeke demokratîk a li ser bingeha takekes a azad, dûr ji tundî, mezhebgerî û neteweperestiyê.
*Piştgiriya hewldanên aştî û civaka demokratîk a bi perspektîfa azadiya jinê ku ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hatine pêşkêşkirin.
*Daxwazkirina berdana girtiyên jin yên di girtîgehên rejîmên dagirker û zordar de.
*Zêdekirina piştgiriyê ji bo têkoşîna jinên Êzidî.
*Xurtkirina hevgirtina herêmî û gerdonî li dijî pirsgirêkên wek şer, tundî, koçberî, guherîna demografîk û cudahiyên aborî-civakî ku jinên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dijîn.
*Avakirina tor û platformên têkoşîna hevpar di navbera rêxistinên jinan de; belavkirina parvekirina ezmûn, raman û (vizyon) dîtinê.
*Pêşxistina şiyan û zanebûna jinan da ku bikaribin di mekanîzmayên biryarstandinê de bi awayekî çalak cih bigirin.
*Xurtkirina çalakiyên komîteyên Hevgirtina NADA li ser asta herêmî û bicihkirina projeyên hevpar li ser asta herêmî.
*Avakirina medyayeke jinê ya serbixwe li dijî temsîliyetên nerênî û zayendperestên li dijî jinan di medyayê de.