Amed –Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê, di çarçoveya kampanyaya “Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê bisekinîn” de, çalakiya sêyemîn pêk anî.
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan, di çarçoveya vê kampanyayê de, li parkan forumên jinan û xebatên hişyariyê li dar dixe. Çalakiya sêyemîn a kampanyayê li Parka Mîmoza hat lidarxistin. Di foruma li parkê de, jinên ku li dijî kuştinên jinan û tundiya li ser jinan in, serpêhatiyên xwe parve kirin. Herwiha, li ser girîngiya piştgirî û mekanîzmayên têkoşînê agahdarî hatin dayîn û belavok hatin belavkirin.
Xebatên hişyariyê yên li dijî tundiya li ser jinan dê di tevahiya meha Tebaxê de li parkan û taxan berdewam bikin.