Ciwanên Êlihê têkildarî êrişên li ser taxên Eşrefiyê, Şêxmexsûd û Bênî Zêd ên Helebe li gelek taxan çalakî li dar xistin û êriş şermezar kirin.
Meclisa Ciwanan ên DEM Partî û DBPê yên Êlihê ji bo ku êrişên li ser taxên Eşrefiyê, Şêxmexsûd û Bênî Zêd ên Helebe û rojavayê Kurdistanê şermezar bikin li taxên Îpragazê, Hîlal, Baglar û hin taxên din çalakî li dar xistin. Ciwanên ku daketin kolanan di navbera wan û polîsan de alozî derketin û li gelek taxan dekerlikan şewitandin û polîsan êrişê wan kir.
Dema ku çalakî pêk dihatin ciwanan dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Bijî berxwedana HSDê” û “HSD gel e gel li vir e” hatin berzkirin.














