Li Êlihê bi hezaran welatî tevî baranê û hewayê sar jî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” pîrozbahiya Newrozê dest pê kir.
Li Êlihê Newroz li Qada Newrozê ya Taxa Pazaryeriyê tê pîrozkirin. Bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên Kurdî hatin qada Newrozê. Welatî tevî baranê jî li Qada Newrozê tije kirin û govendê digerînin.
Bi hezaran kes ji taxan û gundan berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Zêdetirî welatiyan bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Li qadê flamayên kesk û sor û zer hatin hilgirtin û girse dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” berz dike. Her wiha li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin.
Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û dê bi axaftinan û bernameya stranbêjan berdewam bike.














