• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Îzmîrê pêla binçavkirinên piştî Newrozê hat protestokirin

    Li Îzmîrê pêla binçavkirinên piştî Newrozê hat protestokirin

    Heyetê DEM Partî şi Îmrali

    Şandeya DEM Partiyê ji Girava Îmraliyê vegeriya

    Bav û birayê Tosun hatin binçavkirin

    Bav û birayê Tosun hatin binçavkirin

    MEBYA-DERa Êlihê bi boneya hefteya lehengiyê serdana goran kir

    MEBYA-DERa Êlihê bi boneya hefteya lehengiyê serdana goran kir

    Hesabê ajansa me yê Xê dîsa hat astengkirin

    Hesabê ajansa me yê Xê dîsa hat astengkirin

    TUHAY-DERa Wanê: Pêkanînên dawî zirarê dide pêvajoyê

    TUHAY-DERa Wanê: Pêkanînên dawî zirarê dide pêvajoyê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Îzmîrê pêla binçavkirinên piştî Newrozê hat protestokirin

    Li Îzmîrê pêla binçavkirinên piştî Newrozê hat protestokirin

    Heyetê DEM Partî şi Îmrali

    Şandeya DEM Partiyê ji Girava Îmraliyê vegeriya

    Bav û birayê Tosun hatin binçavkirin

    Bav û birayê Tosun hatin binçavkirin

    MEBYA-DERa Êlihê bi boneya hefteya lehengiyê serdana goran kir

    MEBYA-DERa Êlihê bi boneya hefteya lehengiyê serdana goran kir

    Hesabê ajansa me yê Xê dîsa hat astengkirin

    Hesabê ajansa me yê Xê dîsa hat astengkirin

    TUHAY-DERa Wanê: Pêkanînên dawî zirarê dide pêvajoyê

    TUHAY-DERa Wanê: Pêkanînên dawî zirarê dide pêvajoyê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

Enqere / AW

6 ÎLON 2025 - 17:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
 HDê bi tevlîbûna Berdevka DEM Partî Aysegul Dogan, Endama MYKê ya EMEPê Sukran Dogan û Cigirê Serokê Giştî yê Partiya DEVA Îdrîs Şahîn panela “Aştî û Demokrasiyê” li dar xist.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), li eywana Sabahattin Ali ya Navenda Hunerê ya Dogan Taşdelen a navçeya Çankaya ya Enqere panela “Aştî û Demokrasî” li darxist. Di panelê de Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban moderetorî kir. Berdevka DEM Partî Aysegul Dogan, endama MYKa ya Partiya Kedê (EMEP) Sukran Dogan û Cigirê Serokê Giştî yê Partiya DEVA Îdrîs Şahîn jî axivîn. Di panelê de ewilî hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban axivî. Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tevî gavên cidî hatine avêtin jî, lê mixabin dewlet hêj polîtîkayên ewlekariyê terk nekiriye û got: “Di aliyê aştî demokrasiyê de hêj gavên şênber nehatiye avakirin.”

‘Divê desthilat gavên pêwist bavêje’

Piştre Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Îdrîs Şahîn axivî û anî ziman ku tevî 11 meh ji ser pêvajoyê re derbasbûnê jî hê jî desthilatê gavên pêvîst neavêtine û got: “Dewleteke bihêz û demokratîk divê daxwazên her kesî bicîh bîne. Ger guhertineke qanûnî hewce be qanûnî, ger guhertineke destûrî hewce be destûrî. Ji bo ku em aştiyê bibînin, divê em şertên jiyana mirovane bicîh bînin û dîwarên di navbera taxan de rakin. Rêya vê jî ew e ku em bi welatiyên welêt re bi edaletî tevbigerin. Lê em hêj vê dilsoziyê nabînin.”

‘Têkoşîna demokratik wê berdewam bike

Endama MYKê ya EMEPê Sukran Dogan jî destnîşan kir ku piştî serkeftina vê pêvajoyê jî têkoşîna demokratîk wê berdewam bike û got: “Ji bo firehkirina sînorên qada têkoşîna siyasî jî em ê têbikoşin. Em serdana grev û çalakiyên karkeran dikin û karkêr dibêjin berê jî ev hewldan bêencam man, dîsa wisa bibe. Dibêjin, ‘Gelo destûr wê bê guhertin?’ Pirs dikin, ‘Bandora partiyên muxalîf li komisyonê heye?’ Piraniya wan dibêjin ku baweriya wan bi komisyonê tune ye, ji ber ku bi giştî bi Meclisê jî baweriya wan tune ye. Ew dixwazin xebatên komisyonê bileztir bibin û gavên pratîk bêne avêtin. Ew dibêjin ku divê ji bo çekberdanan rêziknameyên qanûnî bêne kirin, girtiyên nexweş bên berdan.”

‘Pirsgirêka Kurd pirsgirêka kurdî ye’

Herî dawî jî berdevka DEM Partî Aysegul Dogan axivî. Aysegul Dogan bi lêv kir ku mijar pirsgirêka pergalê ye û wiha axivî: “Birêz Abdullah Ocalan bang kir û PKKê jî xwe fesîh kir û çekên xwe şewitandin. Lê dewletê hê jî gav neavetine. Niha jî em hatin qonaxa avakirina komîsyonê.Birêz Abdullah Ocalan aktorekî girîng e pêvajoyeyê. Divê komîsyon bi birêz Abdullah Ocalan re jî hevdîtin bike.   Ev komîsyon ne weke komisyona ji salên 2013an e. Cara yekem di komîsyonê de civak sedî 90 tê temsil kirin. Lê em dibêjin, navê komîsyonê de biratî heye lê ew çawa biratiyê. Komîsyon nehelê ku dayikên aştiyê di komîsyonê de bi Kurdî biaxivin ew çawa biratiye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka Kurdî ye. Divê mijar rast were destgirtin. Mijar ne ewlehî an jî terore. Divê mijar rast be dest girtin ku çareser bibe. Lê mixabin komîsyonê hê rêyeke ku da ye ber xwe tune ye. Ji ber wê jî em balê dikşînin sererast kirina qanûnan dikin. Peywîra komîsyonê ya çareser kirina qanûnên înkarê tune ye. Lê dikarê rê vêbike. Divê sererastkirina qanûnî bibe. Ji ber wê jî divê komîsyon piştî guhdarkirinê ji aliyê qanûnî ve çi be kirin biaxivê û rê ya xwe diyar bike.”

Piştî axaftina Aysegul Dogan rûniştina yekem a panelê bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: Abdullah OcalanDEVAÎHDPanelpkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ÎHDa Amedê: 2 hezar û 671 binpêkirin hatin tesbîtkirin

ÎHDa Amedê: 2 hezar û 671 binpêkirin hatin tesbîtkirin

27 ADAR 2026
MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

25 ADAR 2026
Newroza Colemêrgê: Bi ruhê yekitiyê dê bi agirê Newrozê bêtir geştir bibe

Newroza Colemêrgê: Bi ruhê yekitiyê dê bi agirê Newrozê bêtir geştir bibe

24 ADAR 2026
Li Şemzînanê welatiyan bi coşeke mezin Newroz pîroz kir

Li Şemzînanê welatiyan bi coşeke mezin Newroz pîroz kir

23 ADAR 2026
‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

23 ADAR 2026
Li Muglayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Li Muglayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

22 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Midûriyeta Perwerdehiyê ceza li hînkirina Kurdî birî

    Midûriyeta Perwerdehiyê ceza li hînkirina Kurdî birî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Kaniya wêjeya niviskî wêjeya devkî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serdar Şîtîlay ku piştî 33 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ehmed Huseynî bi helbestên wî oxir kirin: Wî rêyeke nû li ber helbesta Kurdî vekir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şanogerên Yenî Sahneyê: Em ê her tim li ser çand û hunera Kurdî bixebitin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 27ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ber strana kurdî cezayên mezin li tîma Manîsayê hat birîn 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê ajansa me yê Xê dîsa hat astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Şert û merc yekîtiyê li gelê Kurd ferz dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1054)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne