• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi skêç û dengbêjiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hat pîrozkirin

    Bi skêç û dengbêjiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hat pîrozkirin

    Li Balafirgeha Amedê sefer hatin betalkirin: Rêwî mexdûr bûn

    Li Balafirgeha Amedê sefer hatin betalkirin: Rêwî mexdûr bûn

    AVA TV piştî bertekan ji DEM Partiyê lêborîn xwest

    AVA TV piştî bertekan ji DEM Partiyê lêborîn xwest

    DBP: Sansurkirina wêneyên Birêz Abdullah Ocalan bi tu awayî nayê qebûlkirin

    DBP: Sansurkirina wêneyên Birêz Abdullah Ocalan bi tu awayî nayê qebûlkirin

    Bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd li Xelfetiyê dar çandin

    Bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd li Xelfetiyê dar çandin

    Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Heta Serokê me azad nebe em jî azad nabin

    Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Heta Serokê me azad nebe em jî azad nabin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bi skêç û dengbêjiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hat pîrozkirin

    Bi skêç û dengbêjiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hat pîrozkirin

    Li Balafirgeha Amedê sefer hatin betalkirin: Rêwî mexdûr bûn

    Li Balafirgeha Amedê sefer hatin betalkirin: Rêwî mexdûr bûn

    AVA TV piştî bertekan ji DEM Partiyê lêborîn xwest

    AVA TV piştî bertekan ji DEM Partiyê lêborîn xwest

    DBP: Sansurkirina wêneyên Birêz Abdullah Ocalan bi tu awayî nayê qebûlkirin

    DBP: Sansurkirina wêneyên Birêz Abdullah Ocalan bi tu awayî nayê qebûlkirin

    Bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd li Xelfetiyê dar çandin

    Bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd li Xelfetiyê dar çandin

    Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Heta Serokê me azad nebe em jî azad nabin

    Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Heta Serokê me azad nebe em jî azad nabin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Erdîş, Panos û Gimgimê Newroz hat pîrozkirin

Navenda Nûçeyan / AW

17 ADAR 2025 - 15:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di pîrozbahiyên Newrozê yê li Erdîş, Panos û Gimgimê de xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat derketin û banga gavavêtinê li dewletê hate kirin.

Li navçeya Erdîşê ya Wanê, Panos a Agiriyê û li navçeya Gimgimê ya Mûşê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin.

Erdîş

Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Erdîşê ya Wanê li Qada Fenerê hat lidarxistin. Welatiyên ku di saetên serê sibehê de bi cil û bergên xwe yên reng bi reng berê xwe dan qada pîrozbahiyê, gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî welatiyan li ber stranan govend gerandin. Hevserokên partiyên siyasî yên navçeyê û hevşaredarên navçeyê di pîrozbahiyê de axivîn û piştre jî agirê Newrozê hate vêxistin. Bi vêxistina agirê Newrozê re welatiyan dîsa govend gerand.

‘Çi dibe bila bibe emê bi banga aştiyê re bin’

Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt di pîrozbahiyê de wiha got: “Birêz Ocalan banga sedsalê kir. Têkoşîna gelê Kurd bi sala ye dide ne tenê ji bo me, ji bo azadiya tevahiya gelan e. Banga hatiye kirin ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelan e. Heta ku aştî tê vî welatî dê têkoşîna me bidome. Em li vir careke din bang dikin; divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.”

Hevserokê DBP’ê yê Wanê Cema Demîr jî wiha got: “Têkoşîn û rêxistiniya me êdî derbasî qonaxeke nû bû. Peyama aştiyê ya birêz Ocalan, peyama aştî, azadî û demokrasiyê ye. Di tevahiya dîrokê de komkujî li Kurdan hate ferzkirin lê dîsa jî Kurdan destê aştiyê dirêj kir. Çi dibe bila bibe em ê bi vê banga aştiyê re bin û piştgiriyê bidin.”

‘Meşaleya aştiyê di destê Birêz Ocalan de ye’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî wiha got: “Bi sala ye tevî hemû zextan jî gelê me serî netewand û berxwedana xwe domand. Em îro li qadên Newrozê bûn milyon kes. Newroz, aştî û hêvî ye. Agirê Newrozê ji bo jin, jiyan, azadî ye. Ji ber ku agirê Newrozê bi bedena Zekiye û Rahşanan geş bû. Meşaleya aştiyê niha di destên birêz Ocalan de bilind dibe. Em soz didin birêz Ocalan, em ê bi pêşengtiya jin û ciwanan vê banga we bi aştiyeke birûmet tacîdar bikin.”

‘Divê dewlet beyî hincet gavan biavêje’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî wiha axivî: “Ji vir û şûnde divê dewlet bêyî hincetan nîşan bide, yekser gavan biavêje. Beriya peyama birêz Ocalan were weşandin, bi her kesî re hevdîtin hatin kirin û nêrînên wan jê hatin pirsîn. Di vê rewşê de rageşiya di navbera gelê Kurd û siyasetê de jî ji holê rabû. Gelê Kurd êdî yek e û bi hev re tevdigere. Ev peyam, di heman demê de ji bo yekitiya gelê Kurd e.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli jî wiha got: “Bila her kes dengê vî gelê bi sala ye li dijî zilmê li ber xwe dide bibihîse. Bi banga birêz Abdullah Ocalan re êdî dengê aştiyê careke din li ser vê xakê bilind dibe. Tevî ewqas êşên me kişandin jî li pêşiya me pêvajoyeke aştiyê ya nû heye. Divê her kes piştgiriyê bide.”

Panos

Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Panos a Agiriyê jî li Termînala Otogarê hat lidarxistin. Bi sedan kes tev li bûn. Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de ji ewil Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Necla Demîr axivî û got: “Di vê 21ê Adarê de em ê teqez xwe bighînin aştî û azadiyê. Em ê aştî û azadiyê ava bikin û bi ser kevin. Sala 2025an dê bibe sala azadiyê ya gelê Kurd. Di 27’ê Sibatê de ji Îmraliyê ji bo hemû gelan peyama azadî û aştiyê hat dayin. Divê em xwedî li vê peyamê derkevin û li her qadê bidin jiyîn.”

‘Ev têkoşîn ji Mazlûman heta îro hatiye’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar jî wiha got: “Ev têkoşîn ji Mazlum Dogan heta Sema Yuceyan û roja me didome. Sala 2025an dê bibe sala gelê Kurd. Dê bibe sala aştî û xwişk-biratiyê. Daxuyaniya birêz Abdullah Ocalan daxuyaniyeke dîrokî bû. Birêz Ocalan ji bo bidawîkirina şerê didome bang kir. Hewceye em jî li dijî vê bangê berpirsyartiyên xwe bicih bînin. Em li vir bangî dewletê dikin; êdî bes e ji zilm û îşkenceya bi salan didome re. Divê hûn bi destê aştiyê yê hatiye dirêjkirin bigirin.”

Piştî axaftinan, agirê Newrozê hat hilkirin. Welatiyên li qada pîrozbahiyê li ber stranan govend gerandin.

Gimgim

Yek ji navendên din ên Serhedê ku agirê Newrozê lê hate vêxistin jî navçeya Gimgimê ya Mûşê bû. Xelkê Gimgimê di saetên zû yên serê sibehê de herikî qada pîrozbahiyê. Qada Newrozê bi rojan berê bi alên DEM Partiyê hatibû xemilandin. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes bi cil û bergên Kurdî, bi şal, puşî û flamayên kesk û ser û zer beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de coşeke mezin hebû û welatiyan li ber stranên Kurdî govend gerandin. Heta ku bernameya Newrozê bi dawî bûyî jî girseyê dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

Hevşaredarên Gimgimê yên DEM Partiyî, Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz û Parlamenterê Colemêrgê Onur Duşunmez, endam û rêveberên DEM Partî û DBPê yên bajar û navçeyan jî tev li pîrozbahiyê bûn. Bernameya Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî dirûşma ‘Şehîd namirin’ hate berzkirin. Di pîrozbahiyê de ji ewil hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê axivîn û peyamên azadî û aştiyê dan.

‘Bi pêşengtiya jinê em ê azad bibin’

Parlamenter Sumeyye Boz diyar kir ku Newroza 2025an ji hêla dîroka aştî û azadiyê ve xwedî wateyeke dîrokî ye û wiha got: “Bi pêvajoya ku birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de daye destpêkirin re em bêhtir nêzî aştî, azadî û civaka demokratîk in. Aştiyeke Ji bo aştiyeke birûmet a gelan û jiyaneke azad em ê li her qadê xwe bêhtir birêxistin bikin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Bi têkoşîna bi pêşengtiya jinan re em ê azad bibin û aştiyê bînin.”

Parlamenter Onur Duşunmez jî ev tişt anî ziman: “Ev Newroz tê wateya azadiyê. Ji zindanan heta qadên têkoşînê, em ê her derê veguherînin qadên azadiyê. Heta ku birêz Ocalan azad nebe, heta mafê hêviyê neyê cîbicîkirin, heta li çiyayan gul venebin, heta kesên hatine sirgunkirin venegerin welatê xwe, heta civakeke demokratîk û aştî neyên avakirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo vê jî divê gelê me li dora sekn û helwesta birêz Ocalan bicive. Me gelek êş kişandin lê êdî dê cihê wan êşan aştî, azadî û civaka demokratîk bigire. Ev bang; dê bi xwe re aştî û jiyaneke azad ji bo hemû mirovahiyê bîne.”

Piştî axaftinên hatin kirin, agirê Newrozê hate pêxistin. Bi sedan kesên li dora agir hatin gel hev, li ber stranên stranbêjên herêmî govend gerandin û pîrozbahî bi dawî kirin.

 

Etîket: NewrozNewroza 2025anRêbertiya Azad Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

27 ADAR 2026
Li Îzmîrê pêla binçavkirinên piştî Newrozê hat protestokirin

Li Îzmîrê pêla binçavkirinên piştî Newrozê hat protestokirin

27 ADAR 2026
TUHAY-DERa Wanê: Pêkanînên dawî zirarê dide pêvajoyê

TUHAY-DERa Wanê: Pêkanînên dawî zirarê dide pêvajoyê

27 ADAR 2026
Karasu: Seba serkewtişê prosesî azadîya fîzîkî ya Rayberîye şert a

Karasû: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêbertî şert e

26 ADAR 2026
Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

25 ADAR 2026
Li Qilebanê pîrozbahiya Newrozê: Heta azadiyê wê têkoşîna me bidome

Li Qilebanê pîrozbahiya Newrozê: Heta azadiyê wê têkoşîna me bidome

25 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji zindanê heta derve bi ser ketin

    Ji zindanê heta derve bi ser ketin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Demokratîkbûna’ saziyên Îzmîrê li Kurdî qelibî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • AVA TVyê wêneyê Abdullah Ocalan sansur kir!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aydin Adiyaman piştî 32 sal û nîvan hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê KURDÎWAR bi kelecaneke mezin hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahiya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd: Statuya Serok Apo qebûl bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (89)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne