• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li dijî tundiyê 50 kesan serî li ÎHAMEDê dan

    Li dijî tundiyê 50 kesan serî li ÎHAMEDê dan

    Dûran Kalkan: Diviya bû deriyê Îmraliyê bi temamî bihata vekirin

    Dûran Kalkan: Diviya bû deriyê Îmraliyê bi temamî bihata vekirin

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2025an

    ‘Jin di avakirina pêvajoyê de rolek pêşeng lîstine’

    ‘Jin di avakirina pêvajoyê de rolek pêşeng lîstine’

    ‘Divê di qanûnan de serarastkirin bên kirin’

    ‘Divê di qanûnan de serarastkirin bên kirin’

    ‘Ez nikarim bi Tirkî xwe bînim  ziman’

    ‘Ez nikarim bi Tirkî xwe bînim ziman’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li dijî tundiyê 50 kesan serî li ÎHAMEDê dan

    Li dijî tundiyê 50 kesan serî li ÎHAMEDê dan

    Dûran Kalkan: Diviya bû deriyê Îmraliyê bi temamî bihata vekirin

    Dûran Kalkan: Diviya bû deriyê Îmraliyê bi temamî bihata vekirin

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2025an

    ‘Jin di avakirina pêvajoyê de rolek pêşeng lîstine’

    ‘Jin di avakirina pêvajoyê de rolek pêşeng lîstine’

    ‘Divê di qanûnan de serarastkirin bên kirin’

    ‘Divê di qanûnan de serarastkirin bên kirin’

    ‘Ez nikarim bi Tirkî xwe bînim  ziman’

    ‘Ez nikarim bi Tirkî xwe bînim ziman’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Erxenî û Şemrexê Newroz hat pîrozkirin

Navenda Nûçeyan / AW

17 ADAR 2025 - 16:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Li navçeya Erxenî û Şemrexê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Hevserokê KCDê Berdan Ozturk li Newroza Erxenî axivî û got ku desthilat bi komkujiyan peşkê li pêvajoyê dixe.

Li navçeya Erxenî ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyan de banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat bibîrxistin û ji hikûmetê hate xwestin ku gavan biavêje. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ku tevlî pîrozbahiya li Erxeniyê bû bibîr xist ku di êrîşa balafirên bê mirov ên Tirkiyeyê ya duh bi şev li hemberî Kobanê de 7 jê zarok 9 kes hatine qetilkirin û ev êriş weke sabotekirina pêvajoyê pênase kir.

Amed

Li navçeya Erxenî ya Amedê jî li Qada Otogara kevin Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku bi sedan kes beşdar bûn de, girseyê govend gerand. Jin bi kincên zer, kesk û sor tevlî pîrozbahiyan bûn, ciwan jî bi boyaxên li ser rûyê xwe tevlî pîrozbahiyan bûn. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk li pîrozbahiyê axivî û diyar kir ku pêvajoyeke dîrokî derbas dibin û bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku ev yek ji bo Rojhilata Navîn, Tirkiye û cîhanê firsendeke mezin pêşkêş dike. Ozturk diyar kir ku pêwîstiya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi aştî û komara demokratîk a bi rûmet heye û got ku ev firsendeke dîrokî ye.

‘Hûn peşkê li pêvajoyê dixin’

Ozturk bi bîr xist ku Tirkiyeyê duh bi şev 7 jê zarok 9 kes ji heman malbatê bi êrişa bi SÎHAyê qetil kiriye û wiha got: “Em vê komkujiyê şermezar dikin. Karên wan li Sûriyeyê nîne. Li vir pêvajoyek heye, tu peşkê lê dixî. Hûn li gundê Kobanê komkujiyekê pêk tînin. Ev nayê qebûlkirin. Niha tevî çeteyên xwe ji Sûriyeyê derkevin. Mirov neçar in bi xwe biryarê li ser jiyana xwe bidin. Ew kes dikarin biryarên xwe bi xwe bidin. Hûn li Sûriyeyê aştî û aramiyê naxwazin. Divê ji berpirsyarên vê komkujiyê hesab bê pirsîn. Ev yek li dijî hiqûqa mirovan, hiqûqa gerdûnî ye. Ev komkujî nayê qebûlkirin. Li wir li dijî çeteyên DAIŞê berxwedaneke dîrokî hat dayîn. Yek ji wan jî Kobanê bû. Ya ku hatiye kirin şaş e, şaşitî ye.”

Ozturk bal kişand ser komkujiyên li hemberî Kurdan tên kirin û wiha got: “Hûn ti carî nikarin encamê ji zilmê bigirin. Dema em li cudahiyên navbera Mezopotamya û Kurdistanê dinêrin, di warê ol, bawerî û gelan de dewlemendî heye. Ya ku divê were kirin, hurmetdayîna li van dewlemendiyan e. Berevajiyê wê ne pêkan e. Bila bibînin ku ji salên 1990 ‘î û vir ve em berxwedaneke çawa dikin. Rêberê me yê Gelê Kurd nîşan da ku îro li Rojhilata Navîn wê jiyaneke bi çi rengî be. Bila êdî êş neyên kişandin, mirin çênebin, bila her kes azad be. Ev parastina mirovahiyê ye, ev parastina rûmeta mirovahiyê ye. Di vî warî de Newroz her tim bûye dengê Mazlûman û Rahşanan. Li pêşiya me rojên dîrokî hene. Serê gelê Kurd sax be. Bila serkeftina gelê Kurd bibe serkeftina Rojhilata Navîn.”

‘Jin xwedî li bangê derdikevin’

Wekîla Amedê ya DEM Partiyê Adalet Kaya jî wiha got: ”Çawa ku we li dijî kesên ku 100 sal in li dijî zilmê dibêjin ‘Kurd nîn in’ we nasnameya Kurdê azad ava kir, îro jî peywira me avakirina civaka demokratîk e. Em ê wezîfeya xwe bi cih bînin, em ê bi komun û meclisan re avakirina civaka demokratîk pêk bînin.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin. Pîrozbahî li gel stranên hunermend Hozan Servan û bi gerandina govendê bi dawî bû.

Mêrdîn

Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jî Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahî, li navenda navçeyê hat pîrozkirin û pankartên “Jin, jiyan, azadî” û “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” hatin daliqandin. Ji ewil hunermendên herêmî derketin ser dikê û welatiyan li ber stranan govend gerandin. Tevlibûna xurt a ciwanan bal kişand. Welatî bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdar bûn. Jinên ku hatin qadê, cilên rengîn li zarokên xwe kiribûn û rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevşaredarên Şemrexê Hamdîn Demîr û Kurdret Çubuk, rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û komîteya amadekar gel silav kirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin di pîrozbahiyê de axivî û got: “Di 27ê Sibatê de bangekî ku dê dîrokê biguherîne hate kirin. Peyamek jî ji bo me jinan hebû. Birêz Ocalan dibêje ku azadiya civakê girêdayî azadiya jinê ye. Lewma divê agirê Newrozê ji bo azadiyê were vêxistin. Ji bo tunekirina zilm û zexta dewleta mêr were hil be. Dê agirê Newrozê bi pêşengtiya jinan vêkeve. Li vir em silavên xwe ji Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Leyla Guven re dişînin. Em cejna wan a Newrozê pîroz dikin. Heke banga dîrokî ya di 27ê Sibatê de hatiye kirin bigihije armanca xwe, dê tu kes êdî ji ber siyasetê girtî nemîne. Dê her kes bi awayekî azad li xaka xwe bijî. Lewma divê em xwedî li vê bangê derkevin.”

Piştî axaftinan, agirê Newrozê ji hêla siyasetmedaran û welatiyan ve hate pêxistin. Piştî pêxistina agirê Newrozê, welatiyan li ber stranan govend gerand û şahî bi dawî bû.

Etîket: Newroz
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Kurdistanî di Newrozê de li dora Abdullah Ocalan bûn yek

AKPê ji bo roja 21ê Adarê bibe betlane pêşnûme qanûn pêşkêş kir

15 NÎSAN 2025
Kurdan li Torontoyê Newroz pîroz kir

Kurdan li Torontoyê Newroz pîroz kir

24 ADAR 2025
Newroza Stebolê bi ‘Bijî Serok Apo’ bi dawi bû

Newroza Stebolê bi ‘Bijî Serok Apo’ bi dawi bû

23 ADAR 2025
Ji Newroza Antalyayê Bijî Serok Apo bilind bû

Ji Newroza Antalyayê Bijî Serok Apo bilind bû

23 ADAR 2025
Sed hezaran li Stenbolê Abdullah Ocalan silav kir

Sed hezaran li Stenbolê Abdullah Ocalan silav kir

23 ADAR 2025
Li welatê Ewropa Newroz bi coş pîroz kirin

Li welatê Ewropa Newroz bi coş pîroz kirin

23 ADAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (306)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne