Şaredariya Erxeniyê ya Amedê bi armanca başkirina şert û mercên jiyana ajalên li kolanan, dest bi çêkirina stargehê kir.
Şaredariya Erxeniyê bi armanca başkirina şert û mercên jiyana sewalên li kolanan, dest bi çêkirina Stargeh û Jîngeha Demkî ya Ajalan kir. Stargeh dê li ser 7200 karemetre erd were çêkirin. Stargeh dê ji beşên îdarî, emeliyatxane, mala psîkan û ji bo seg, hesp û ajalên mezin qadeke vekirî ya gerînê pêk were. Tê payîn ku dê stargel di meha Cotmehê were temamkirin. Stargeh dê ji bo sewalên li kolanan dimînin, bibe qadeke ewle, tendurist û xwezayî.
Hevserokên Şaredariya Bîrsen Azak Bayar, Şiyar Guldîken û şandeya bi wan re li cihê ku dê stargeh lê were çêkirin lêkolîn kirin û derbarê çêkirina stargehê ji rayedaran agahî girtin.
















