Tirkiyeyê û komên bi ser wê ve li dijî malbateke li bajarê Eyn Îsayê komkujiyek pêk anîn, di encamê de 8 welatî hatin kuştin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); êrişên Tirkiyeyê ji serê sibehê ve li dijî gundê Sefiya yê gundewarê rojavayê Eyn Îsayê berdewam dikin. Tirkiyeyê û komên bi ser wê ve komkujiyek din li dijî sivîlan pêk anîn.
Nûçegihanê ANHAyê hin wêneyên 8 cenazeyên sivîlan ên ji heman malbatê bi dest xistin.
Navên 8 welatiyên hatine kuştin wiha ne: Xelîl Silêman, Wedah Silêman, Mihemed El Abo, Ebdulkerîm El Abo, Delal Silêman, Nadiya Silêman, zarokên bi navên Casim Silêman û Husam Silêman.
Duh jî Tirkiyeyê li gundê Musterîha yê ser bi Eyn Îsayê ve komkujiyek pêk anîbû û di encamê de zarok jî di nav de 12 sivîl hatibûn kuştin.