Li gundê Girkinyat ê navçeya Farqînê cotkaran dest bi çinîna nîsk û ceh kirin. Li herêmê ku bi piranî nîsk, ceh, genim, şolik û nok têne çandin, demsala cinînê dest pê kir.
Li Amedê her sal çinîna nîsk, ceh û genim li gorî herêma Cizîr, Sîlopî, Nisêbîn, Qoser, Wêranşar, Pirsûkê 15-20 rojan dereng dest pê dike. Piştî li beriya Mêrdîn û Rihayê cinîna nîsk û genim qediya, bîçervanan berê xwe dan deşta Bismil û Farqînê yên Amedê. Bi destpêka demsala havînê re li gundê Girkinyat ê navçeya Farqînê ya Amedê cotkaran dest bi çinîna nîsk û ceh kirin. Îsal ji ber ku barîna baranê kêm bû, ber bereketa nîskan kêm bû. Hilberîna nîskan li gorî salên borî kêm bû. Salên borî ji ber barana zêde berhem û bereket zêde bû û çotkar kêfxweş bûn. Hişkesaliya îsal bû sedem ku nîsk, ceh, genim û berhemên din zêde ber negirin û tenê tovê xwe xelas kirin.
Cotkarên ku heta 20-30 sal berê nîsk bi dahs, tirpan û destan diçînîn, di salên dawî de bi bîçerê diçinin. Bi pêşketina teknolojiyê re di salên dawî de cotkar bêtir berhemên xwe yên zeviyê yên wekî ceh, nîsk, genim û garis êdî bi bîçerê diçinin. Çinîna nîsk û berhemên din a bi bîçerê hem kar hêzan dike û hem jî nahêle ku berê nîskan bikeve nava axê.
‘Kar û zerar hev dernaxe’
Cotkarên ku îsal ceh, genim û nîsk çandin, ji ber û bereketa zadê xwe ne kêfxweş in. Cotkar destnîşan dikin ku îsal hişkesalî zêde bû û ji ber hişkesaliyê berê ceh, nîsk û genim kêm bû. Cotkaran diyar kirin ku îsal ber û bereketa berhemên axê pir kêm bû û kar û zerara wan hev dernexist.
Li herêma dema baran di dema xwe de zêde bibare, bereket û berhemên nîsk, ceh û genim zêde ye. Ev bandora xwe li ser aboriya welatiyan û herêmê jî dike. Lê dema hişkesalî hebe, hemû cotkar û rençber zerar dikin. Sala ku baran zêde be, donima zeviya genim 450-500 kîlo berhem dide. Lê îsal bereketa axê kêm e. Li hinek gundê navçeya Bismilê ji sedî 30-40ê çandinî hişk bû.