• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Meclîsa Dayîkên Aştiyê: Em jiyanake bêziman qebûl nakin

    Meclîsa Dayîkên Aştiyê: Em jiyanake bêziman qebûl nakin

    Cemîle Turhalli: Bêvengkerdişê ziwanê dayîke aştîye rê zerar dano

    Cemîle Turhalli: Qedexekirina zimanê zikmakî zirarê dide aştiyê

    Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî binçav kirin

    Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî binçav kirin

    ‘Ji bo aştiyeke civakî divê mekazagon biguhere’

    ‘Ji bo aştiyeke civakî divê mekazagon biguhere’

    ROJEVA 22ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 22ê TEBAXA 2025an

    Li Mêrdînê cenazeyên 3 jinan hatin dîtin

    Li Mêrdînê cenazeyên 3 jinan hatin dîtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Meclîsa Dayîkên Aştiyê: Em jiyanake bêziman qebûl nakin

    Meclîsa Dayîkên Aştiyê: Em jiyanake bêziman qebûl nakin

    Cemîle Turhalli: Bêvengkerdişê ziwanê dayîke aştîye rê zerar dano

    Cemîle Turhalli: Qedexekirina zimanê zikmakî zirarê dide aştiyê

    Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî binçav kirin

    Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî binçav kirin

    ‘Ji bo aştiyeke civakî divê mekazagon biguhere’

    ‘Ji bo aştiyeke civakî divê mekazagon biguhere’

    ROJEVA 22ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 22ê TEBAXA 2025an

    Li Mêrdînê cenazeyên 3 jinan hatin dîtin

    Li Mêrdînê cenazeyên 3 jinan hatin dîtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Farqînê serketiyên Pêşbaziya Çîrok û Helbestan xelatên xwe wergirtin

Amed / AW

20 GULAN 2025 - 14:37
Kategorî: ÇAND
A A
Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Farqînê ve di çarçoveya Şahiyên Serê Gulanê de Pêşbaziya Helbest û Çîrokan li dar xist. Yên bi ser ketin xelatên xwe wergirtin.

Serketîyên Pêşbaziya Helbest û Çîrokan ku ji aliyê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Farqînê ve di çarçoveya Şahiyên Serê Gulanê de hate lidarxistin, di merasima ku li eywana konferansê ya şaredariyê hat lidarxistin de xelatên xwe wergirtin.

Hevşaredarên Farqînê Sevim Bîçîcî û Kadrî Esen, endamên Meclisa Şaredariyê, Hevserokên Navçeyê yên Partiya DEMê Mahfus Kizildûş û Melek Dolan û rêveberên partiya DEMê, Serokê Komeleya Farqîniyan Cemal Dogrul, endamên juriyê, pêşbaz û gelek welatî beşdarî merasimê bûn.

Di merasimê de Hevşaredar Kadrî Esen spasiya her kesê ku beşdarî organîzekirina pêşbirkê bûne kir û got: “Divê hemû şaredariyên bi têkoşînek mezin hatine qezenckirin ji bo pêşxistina ziman û çanda kurdî xebatên wiha bikin.”

Hevşaredar Sevîm Bîçîcî bi spasiya beşdaran dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku ji ber mirina endamên meclisa şaredariyê yên kevn û rêhevalên wan gelek bername hatine betalkirin û got: “Me piraniya xebatên xwe bi kurdî kir û em ê bi kurdî berdewam bikin.”

Xelat ji aliyê Hevşaredar Sevîm Bîçîcî, Kadrî Esen, Serokê Komeleya Farqîniyan Cemal Dogrul, Gerînendetiya Çand û Karên Civakî Halît Amaç û Hevserokên Navçeyê yên DEM Partiyê Mahfus Kizildûş û Melek Dolan ve hatin dayîn.

Di warê helbestê de jurî ji Mîna Acer, Rêdûr Dîcle, Elîxan Loran û di warê çîrokê de jî jurî ji Roza Metîna, Mihdî Perînçek û Hogir Berbir pêk dihat. Wan berhem nirxandin û biryar dan.

Beşdarên di pêşbirka helbestê de bi ser ketin ev in:

1emîn Enes Meçîn: “Evînên Ji Şîr-Şihitî”

Mansiyon lê wekî 2yemîn û 3’yemîn hat qebûl kirin:

2emîn Roza Budak: “Ji Bo Hêviyê Biqîrin”

3emîn Selîm Suna: “Fêra Rengîn”

Beşdarên di kategoriya çîrokan de xelat qezenc kirin ev in:

1emîn Arzu Demirpolat: “Dema Kulîlk Vebin”

2yemîn Yilmaz Gur: “Xelat a Xweda”

Mansiyon lê wekî 3yemîn hat qebûlkirin:

3yemîn Yakup Guler: “Zêrîn û Dilê Biharê: Çîrokek li Çiyayên Elbatê”

Etîket: Pêşbaziya Helbest û ÇîrokanŞaredariya Farqînê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Şaredariya Farqînê bernameya çîrokan li dar dixe

Şaredariya Farqînê bernameya çîrokan li dar dixe

3 SIBAT 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (322)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne