• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Bi karografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Bi karografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

    Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

    Endamê KNKê Mela Hesen Nuzhedzade wefat kir

    Endamê KNKê Mela Hesen Nuzhedzade wefat kir

    Li Sûrê Newroz hat pîrozkirin: Pêwîst e Ocalan azad bibe

    Li Sûrê Newroz hat pîrozkirin: Pêwîst e Ocalan azad bibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Bi karografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Bi karografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

    Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

    Endamê KNKê Mela Hesen Nuzhedzade wefat kir

    Endamê KNKê Mela Hesen Nuzhedzade wefat kir

    Li Sûrê Newroz hat pîrozkirin: Pêwîst e Ocalan azad bibe

    Li Sûrê Newroz hat pîrozkirin: Pêwîst e Ocalan azad bibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li gelek welatên cîhanê ji bo Rojava çalakî hatin lidarxistin

Navenda Nûçeyan /AW

30 ÇILE 2026 - 20:20
Kategorî: ROJANE
A A

Li gelek welatên Ewropa û Amerîkayê ji bo piştgiriya berxwedana Rojava çalakiyên cêr be cêr hatin lidarxistin û peyama hevgrtinê ji gelê Rojava re şandin.

Çalakiyên ji bo Rojava li seranserê cîhanê didomin. Ji gelek welatên Ewropayê heta Meksîka, Endonezya û Amerîkayê çalakî hatin lidarxistin.

Li Bernê rê girtin

Li Bernê ciwanan xaçerêya Burgernzielê ya li Ostringê ji trafîkê re girtin û gotin: “Li vir li Burgernzielê, hûn tenê çend metreyan dûrî berpirsê erîşkaran û balyozxaneyên wan in. Balyozxaneya Tirkiyeyê bi tevahî ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin; destûrê nadin xwepêşandanê. Balyozxaneya Îranê ji aliyê polîsan ve bi tundî tê parastin. Ji bo xwepêşandanê tenê aliyê din ê kolanê destûrê tê dayîn. Ev yek ji bo balyozxaneyên Rûsya û Îsraîlê jî derbasdar e. Em tundûtûjiya ku li vê taxê kok girtiye eşkere dikin!”

Li Aarauyê xwepêşandan

Li bajarê Aarau yê Swîsreyê li dijî êrîşên li ser Rojava xwepêşandanek hate lidarxistin. Xwepêşandan li ber avahiya hikûmetê pêk hat û li wir axaftin hatin kirin. Di axaftinê de wiha hat gotin: “Dema ku jiyana me ya rojane li vir berdewam dike, Rojava di bin êrîşê de ye. Mirov tên kuştin, hemû debara jiyanê tê wêrankirin. Nirxên ku Rojava temsîla wan dike jî di bin êrîşê de ne: demokrasî, xwerêxistinkirina femînîst, berxwedana kolektîf û enternasyonalîzm. Dema ku êrişî van nirxan tê kirin, ev me hemûyan eleqedar dike. Hevgirtin li sînoran bi dawî nabe. Bêdengî sûcdaran diparêze, berxwedan jiyanê diparêze. Ji ber vê yekê hewceye ku em ji niha û şûnde xwe birêxistin bikin. Li ser biaxivin. Hevgirtin tê wateya berxwedanê.”

Li ber partiya desthilatê ya Swêdê xwepêşandan hat lidarxistin

Li Goteborgê ciwanan li ber ofîsa Partiya Moderatan a Swêdê ku niha partiya desthilatdar e ya çalakiyekî li dar xistin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Me serdana Moderatan li Goteborg kir û kîsikek pereyên xwînê li wir hiştin. Piştî ku koma El Qaîde- HTŞê desthilatdariya li Sûriyeyê girt destê xwe, hikûmeta Tido guncaw dît ku rejîma nû bi 295 milyon kronên Swêdî xelat bike. Biryara hikûmeta Swêdê tenê çend meh piştî komkujiya bi hezaran Elewî û Durzî ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hat dayîn. Pereyên bacgirên Swêdî niha dagirkirina deverên Kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê koma El Qaîdeyê ve û paqijkirina etnîkî ya gelên Sûriyê fînanse dikin. Ma ev karanîna maqûl a pereyên bacgirên Swêdî ye?”

Li Dresdenê li ber parlamentoyê rûniştin

Li Dresdenê çalakvan ketin civîna meclîsa bajêr. Çalakvanan ji galeriya giştî belavok belav kirin û bi dengekî bilind bang li endamên meclîsê kirin ku piştgiriyê bidin gelên ku li Rojava û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku rastî êrişê tên. Berdevkê Înîsiyatîfa Aştiyê ya Kurdistanê derbarê çalakiyê de got: “Em bang li hemû endamên parlamentoyê û şaredaran dikin ku ji bo piştgiriya mirovî û siyasî ya ji bo rêveberiya xweser di hemû astan de parêzvaniyê bikin. Niha, mirov her roj dimirin, tên revandin, îşkencekirin û kuştin. Di bin van şert û mercan de, em ê venegerin jiyana rojane û vegera rewşa normal jî nabe.”

Xwendekarên Zanîngeha Erfurtê belavok belav kirin

Xwendekarên Zanîngeha Erfurt a Almanyayê ji bo Rojava belavok belav kirin û rewşa heyî ya li Rojava û bi taybetî li Kobanê, bi xwendekarên din re nîqaş kirin.

Li Welatê Baskê civîn

Li Welatê Baskê ciwan ji bo nîqaşkirina ramanên felsefî û siyasî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişên li ser Rojava civînek li dar xist. Di dawiya civînê de, çalakiyên ku bên rêxistinkirin hatin nîqaşkirin.

Li Barselonayê konser hat dayîn

Li Barselonayê konserek ji bo hevgirtinê ji bo Filistînê pêk hat. Di konserê de, li ser rewşa dawî ya li Rojava axaftinek hat kirin. Axaftvan gotin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêvajoya aştiyê pir girîng e û divê Abdullah Ocalan tavilê ji girava Îmraliyê were berdan.

Li Galîsyayê çalakiya por hunandinê

Li Galîsyayê, jinên ciwan ji bo hevgirtina şervanên YPJê porê xwe hunandin.

Li Parîsê çalakiya rûniştinê

Ciwanan li îstasyona trênê ya Parîsê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di axaftina xwe de gotin: “Li ku derê zilm hebe, berxwedan jî heye! Em li vir ji bo em rêveberiya demokratîk a hemû gelan biparêzin. Em li vir in ku piştgiriyê bidin şoreşa jinên ku li dijî şîdeta cîhadîstan çek hilgirtine.”

Li São Pauloyê çalakiya hunerê

Li São Paulo ya Brezîlyayê çalakiyek hunerî ji bo Rojava pêk hat. Grafîkek bi navê Jin Jiyan Azadî ve ku hevgirtina xwe bi şoreşa Rojava re nîşan dide, bi destan hate çapkirin û hat belavkirin.

Li Chiapasê çalakiya afişan

Li Chiapas ê Meksîkayê ji bo piştgiriya bi Rojava re çalakiya afîşan pêk hat. Ciwanan gotin: “Ji Chiapasê! Li kolanên San Cristóbal li Chiapasê, me eşkere kir ku em li kêleka Rojava û şoreşa jinan in!”

Li Endonezyayê belav hatin belavkirin

Li Endonezyayê, materyalên agahdariyê li ser bingeha felsefî û siyasî ya Şoreşa Rojava hatin belavkirin.

Ji Amerîkayê silavên şoreşgerî şandin

Rangerên Azad ên Burmayê (Free Burma Rangers) a Amerîkayê silav, dua û stranan ji gelê Rojava re şand.

Li Wuppertalê ofîsa WDRê hat dagirkirin

Li Wuppertalê ciwan ji bo protestokirina bêdengiya ajansên nûçeyan ên Alman li hember êrîşên hovane yên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk a li Rojava, ofîsa WDRê dagir kirin. Ji bo agahdarkirina raya giştî li ser rewşa dawî li Rojava belavok hatin belavkirin.

Li Hamburgê Der Spiegel hat dagirkirin

Li Hamburgê 30 kesan navenda kovara nûçeyan a Almanî Der Spiegel dagir kirin. Ciwanên careke din li dijî raporên yekalî ên kovarê nerazîbûn nîşan dan. Ciwanan gotin: “Der Spiegel rastiya êrîş û komkujiyên li Rojava nîşan nadin.”

Li Viyanayê weşana ORFê hat dagirkirin

Xwepêşandanek li ber aaziya weşanê ORF a Viyanaya Awûstûryayê pêk hat. Çalakvanên ku ORF dagir kirin gotin, “Hn wekî rojnamger tenê aliyê HTŞ û Tirkiyeyê radigihînin. Lazime di weşana ORF’ê de dengên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî cih bigirin!” Di çalakiyê de dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî!” hat berzkirin.

Li Berlîn, Barselona û Varşovayê çalakiyên wêneyan

Li Berlîn, Barselona û Varşovayê çalakiyên wêneyan pêk hatin. Derbarê çalakiyan de ev tişt hatin gotin: “Li seranserê bajêr afîşên bi navên şervanên jin hatin daliqandin. Rêz û hurmet li şervanên jin ên ku di têkoşîna şoreşa jinan de şehîd bûne bigirin! Werin em êdî piştgiriyê nedin sûcdarên şer Colanî û Erdogan, werin em bêdengiyê bişkînin!”

Li Willingen û Schwenningenê çalakî

Ji bo hevgirtina bi Rojava re, li Villingen-Schwenningenê êrîşek li ser şîrketa Sudwestmetall hate kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Şîrketa Sudwestmetall ji şer sûd werdigire û her wiha bi pîşesaziya çekan û artêşa Tirkiyeyê re karsaziyê dike. Şer li dijî şer! Bijî Rojava!”

Leipzigê çalakiya li dijî pîşesaziya çekan

Li Leipzigê jî ji bo piştgiriya berxwedana Rojava, êrîşeke li ser şaxekî şirketa Allianz hat kirin û ev peyam hat dayîn: “Em êrîşên milîsên îslamîst û artêşa Tirk, ku ji aliyê Rojava, bi taybetî YE û DYA ve têne piştgirîkirin bêbersiv nahêlin. Bi salan e Allianz piştgiriyê dide artêşa Tirk û şîrketa çekan a Îsraîlê Elbit. Şoreşa Rojava di van demên tarî yên şer de ronahiyek hêviyê ye. Ew her roj ji me re îspat dike ku civakek demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya jin mimkun e. Em piştgiriyê didin YPJ û YPG. Niha dem dema berxwedanê ye!”

Li Malmo û Bochumê çalakî

Li Malmo ya Swêdê û Bochum a Almanyayê, ciwanan çalakiyên boyaxkirina bi spreyê li dar xistin û bal kişandin li ser êrîşên li dijî Rojava.

Etîket: AmerîkaÇalakîEwropaMeksîkaRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îngilistan bi dronên Octopus tevî şerê Îranê dibe

Îngilistan bi dronên Octopus tevî şerê Îranê dibe

15 ADAR 2026
Di şerê Îsraîl, Amerîka û Îranê de bombebarana balefiran û avêtina moşekan didome

Di roja 15an de şerê Îsraîl-DYA û Îranê: Trump heta cejnê dem da û gefa parçekirinê xwar

14 ADAR 2026
Balafira Amerîkî ket: 4 leşker mirin û 2 leşker jî winda ne

Balafira Amerîkî ket: 4 leşker mirin û 2 leşker jî winda ne

13 ADAR 2026
Balafira tanker a leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê ket

Balafira tanker a leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê ket

13 ADAR 2026
Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

Baregeha Heşdî Şebî hedef hate girtin

10 ADAR 2026
Di şerê Îsraîl, Amerîka û Îranê de bombebarana balefiran û avêtina moşekan didome

Di şerê Îsraîl, Amerîka û Îranê de bombebarana balefiran û avêtina moşekan didome

9 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

    Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dijminatiya li dijî bîranîna Rahşan Demîrelê: Wê zirara darekê bigihîje kê?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malbata Dîlan Karaman daxuyanî da: Em dixwazin heqîqet derkeve holê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevkê Hikûmeta Afganistanê: Di êrişa Pakistanê de 400 kes hatin kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li navçeyên Amedê Newroz tê pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Dêrsimê: Ji mîmarê aştiyê Abdullah Ocalan re hezar silav

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelenga Newrozê Elefterîa Fortûlakî: Çalakiya wê gihîşt armanca xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Erziromê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Êdî divê birêz Ocalan azad bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (661)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne