Ciwanên ku li Geverê hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, duh êvarê polîsan bi ser gelek malan de girtibû û ji ber ku tev li çalakiyên ji bo Rojava bûne 8 ciwan bi hinceta “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” binçav kiribûn. Ciwanên ku hatibûn binçavkirin, biribûn Midûriyeta Polîsan a Geverê. Piştî kar û barên li Midûriyeta Polîsan, ciwan derxistin pêşberî dozgeriyê û dozgeriyê bi daxwaza girtinê 8 ciwan sewqî dadgehê kir.
Dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara berdana ciwanan da.













