Li navçeya Gimgimê ya Mûşê di çarçoveya 21ê Sibatê de panela zimanê Kurdî hat lidarxistin û di panelê de hat gotin ku heta ziman nebe zimanê fermî û perwerdehiyê û pê neyê axaftin wê talûkeya windabûnê li ser Kurdî bidome.
Rêxistina DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Mûşê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Şaredariya Gimgimê û Komeleya Wêjekarên Kurd, di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li avahiya DEM Partiyê ya Gimgimê, li ser Ziman û Wêjeya Kurdî panelek li dar xistin. Di eywana ku panel lê hat lidarxistin de pankartên bi kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) yên bi nivîsa “Ziman ne tenê amûreke danûstandînê ye, ew rengê ramanê bîngeha çandê û rihê neteweyekê ne. Werin em bi hev re li ser siberoja zimanê xwe biaxivin” hatin daliqandin.

Moderatoriya panelê aktivîsta TJAyê Muşerref Dagê kir û di panelê de nivîskar Kristin Ozbey, Selamettin Yilmaz ê ku di beşa Ziman û Çanda Kurdî de master kiriye, Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Haci Ozkal û helbestvan Erol Koçer wekî axêver beşdar bûn. Panel rastî eleqeyeke mezin hat û gelek kes tev li bûn.
‘Heta em zimanê xwe neaxivin, wê talûke berdewam bike’
Haci Ozkal bi zaravayê Kirmanckî (Zazakî) axivî û bal kişand ser bangawaziya UNESCOyê ya ji bo parastina zaravayê Kirmanckî. Haci Ozkal anî ziman ku li Tirkiye û Kurdistanê gelek ziman ber bi windabûnê ve diçin û got: “Lazî û Çerkezî jî wekî Zazakî bi talûkeya windabûnê re rû bi rû ne. Heta em bi zimanê xwe neaxivin, ev talûke wê berdewam bike. Werin em li her derê bi zimanê xwe biaxivin û biparêzin.”
‘Jinan di warê Kurdî de berpirsiyariyek mezin hilgirt’
Nivîskar Kristin Ozbey jî bal kişand ser rola jinan a di ziman de û got: “Me weke Kurd malên xwe kirin dibistan. Jinan di vî warî de berpirsiyariyeke mezin girtin ser milên xwe. Jinên Kurd bi keda xwe çanda dengbêjiyê û çanda Kurdî di hafizeya xwe de parastin. Zimanê me ronahiya me ye, xwezaya me ye.”

Helbestvan Erol Koçer jî diyar kir ku divê ew destûr nedin ku zaravayê Kirmanckî were windakirin û helbest bi zaravayê Kirmanckî xwend.
‘Bêyî ziman rêxistinbûn zehmet e’
Di dawiyê de Selamettin Yilmaz axivî û behsa pêvajoya têkoşîna dîrokî ya zimanê Kurdî kir. Selamettîn Yilmaz nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser ziman bi bîr xistin û got: “Heke zimanê me nebe, di warê civakî de hatina ba hev û birêxistinbûna me wê zehmet bibe.”
Piştî axaftinan panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.














