Navenda Nûçeyan – Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Vûral ê ji bo dermankirinê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê hat kirin, diyar kir ku gardiyan tim lê dixin û gefa kuştinê lê dixwin.
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Vûral ku di Nîsana 2025’an de ji Girtîgeha Edene ya Tîpa F sewqî Girtîgeha Tîpa R a Metrîsa Stenbolê hat kirin, ragihand ku gardiyan tim li wî dixin û hin deverên lingên wî ji ber lêdanê riziyane. Vûral ê ku di sala 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin, bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihand. Li gor agahiyên ku malbatê ragihandine, Vûral li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê ku ji bo dermankirinê sewqî wî hatiye kirin û bi mehan e nayê dermankirin. Vûral ragihand ku hefteyek e bi tena serê xwe ye, xwarin nayê dayîn û ji ber vê ketiye greva birçîbûnê. Vûral bilêv kir ku carinan ji ber tenduristiya xwe bi erdê ve diçe daşirê û got ku gardiyan tim êrişî wî dikin û ji ber vê hin deverên ku lîmeka wî û lingên wî riziyane.
Êrîşên plankirî
Vûral di hevdîtina telefonê de ragihand ku rayedareke girtîgehê ya bi navê Oznûr hatiye qawîşa wî û gotiye “Li vir kuştina kurdekî ji bo me pir hêsan e. Em ê te bikujin û em ê bêjin qeza çêbû. Me berê jî heman tişt li vir kiriye, der barê me de tu lêpirsîn nehatin vekirin.” Vûral destnîşan kir ku zexta li ser wî her diçe zêdetir dibe û got ku di qawîşê de bi êrişa gardiyanan re rû bi rû maye, lê ger girtiyên din piştgirî nedana wê bihata kuştin. Vûral bilêv kir ku li girtîgehê êrişeke plankirî heye û bang li raya giştî kir ku di vî warî de hesas be.