Koalîsyona Navneteweyî li bajarokê El Şêx Zeyat ê gundewarê başûrê Helebê êrişek hewayî pêk anî.Di êrişê de serçeteyê ‘’Huras El Dîn’’ ê bi navê “Ebû Hesen El Neêmî” hate kuştin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di êrişeke hewayî ya li bajarokê Şêx Ziyat ê gundewarê başûrê Helebê serçeteyê ‘’Huras El Dîn’’ ê bi navê “Ebû Hesen El Neêmî” hat kuştin
Çavkaniyan ragihand ku dema El Neêmî li derdora bajarok bû êriş pêk hat,di cih de hat kuştin, lê tu agahiyên der barê kuştî û birîndarên din de nehatin bidestxistin.
Li gorî agahiyan, dema El Neêmî tevî hejmarek ciwan ji mala xwe ber bi derdora bajarokê ve diçe, telefonek ji kesekî nenas ve jê re tê, piştre xwe dide aliyekî bi tenê diaxive, di wê demê de Koalîyona Navneteweyî êrişê pêk tîne û dikuje.
Ev êriş, di çarçoveya êrişên berdewam ên li ser kesayet û serçeteyên li bakurê Sûriyeyê de pêk tên.













