Li Hatayê di encama pevçûna di navbera du malbatan de yek jê jin, 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.
Li taxa Keskîncîk a navçeya Altinozu ya Hatayê nîqaşa di navbera zarokan veguherî pevçûna di navbera 2 malbatan. Bi mezinbûna pevçûna di navber du malbatan de çek, dar û alavên tûj hatin bikaranîn. Di encama pevçûnê de yek jê jin 3 kes jiyana xwe ji dest dan 22 kes jî birîndar bûn.
Têkildarî pevçûnê 6 kes hatin binçavkirin. Derbarê pevçûnê de lêpirsîn hate destpêkirin.









