• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Helebê bîlanço giran dibe: 7 kes hatin kuştin, 46 kes birîndar bûn

7 ÇILE 2026 - 12:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hikûmeta demkî ya Şamê û komên çete yên ji bo pereyan şer dikin ên bi ser Tirkiyeyê ve êrişên xwe yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê dewam dikin. Li gorî bîlançoya nû 7 kes hatine kuştin û 46 jî birîndar bûne.

Ji 6ê Çileyê ve komên çete yên bi ser Tirkiyeyê ve di nava hêzên hikumeta demkî de bi guleyên hawan û obîsan û tankan êrişî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdî yên Helebê dikin, bi vê yekê re qurbanî çêbûn û tirs kete nava şêniyan.

Komên çete yên ku êrişî Helebê dikin ev in: Firqet Hemzat, Firqet Emşat, Firqet Sultan Murdan û koma Nûredîn Zengî.

Tê gotin ku ev kom fermanên xwe rasterast ji Tirkiyeyê werdigirin û bi hevkariyeke leşkerî ya zelal a bi armanca têkbirina aramiya li taxên dorpêçkirî tevdigerin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê diyar kir ku di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan didin, hewla keta çeteyan a taxa Şêxmeqsûdê têk birin, piştî derbên giran ew neçar kirin ku birevin.

Li gorî nûçeya ANHAyê; 7 kes hatine kuştin û zêdetirî 40 kes di nav de hejmarek zarok jî ku hene birîndar bûne.

Navên kesên jiyana xwe ji dest dane:

Şam Dilo (3), Fatme Hemade (41), Masûd Fayid Ebdo (30), Zarok Xorşîd Omer (13), Hesen Mihemed Hesen (42) û jinek nasnameya wê ne diyar e.

Navên birîndaran:

Îvan Ebdo (2), Gulîstan Mihemed (41), Şerfî Seydo (52), Mihemed Hebîb (82), Eslan Bekir (18), Elî Eslan Muslim Bîlal (17), Şervan Ebdo Mamo (17), Hesen Mihemed Îd Qortan (30), Mihemed Şêx Kêlo (70), Remzî Kêlo (18), Mihemed Hisên Bekir (23), Xedîce Elûş (47), Şêro Mihemed Hisên (44), Mihemed Nûr Şobek (26), Mihemed Îbiş (21), Hemîd Hebeş (74), Îbrahîm Mihemed Reşîd (34), Hêvîn Omer (29), Dîme El Hisên (85), Mistefa Ebdulhemîd Hesen (38), Erselan Elo (75), Rifet Mihemed Elo (64), Mesûd Elî Gergor (18), Ebdulezîz Dawûd (24), Receb Ebdulfetah (13), Nûr Xelîl (29), Corc Xewam (42), Nûr Cemal Hisên (34), Cîhad Salih Nasir (15), Dilbirîn Hemdoş (45), Mihemed Zekeriya Mardilî, Orhan Simo, Mihemed Salih El Meleh (75), Ebdullah Mihemed Salih El Meleh (26), Ehmed Bedredîn Zêdan (15), Reşal Roto (38), Keçka Ehmed Bedredîn (6), Zêdan ê kurê Ehmed Bedredîn (7), Ebdullah Hesen Mihemed (8), Mizgîn Elî (30), Hela Hemze (30), Wîam Hemze (6), Rehef Hemze (6).

Di bersivdana êrişan de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb Sebrî Mihemed Ebdulqadir jiyana xwe ji dest da û 6 endam jî birîndar bûn.

Di encama êrişan de zirarên mezin gihîştin malên welatiyan, cihên olî, saziyên xizmetguzariyê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê diyar dikin ku ew di çarçoveya mafê rewa ya parastina welatiyan û taxên Helebê de bersiva êrişan bidin.

Komên çete rasterast êrişî taxên Helebê dikin, jiyana welatiyan dixin xeteriyê. Ev gefa pêkanîna karesatek mirovî dixwe.

Ji bo şermezarkirina êrişan girseya gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûriyeyê derketin qadan û piştgiriya xwe ji bo berxwedana Helebê nîşan da. Wê îro bi heman mijarê xwepêşandan li dar bikevin.

Etîket: EşrefiyeHelebŞêxmesûd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

10 ADAR 2026

Li Helebê malbatek Kurd hat kuştin

9 ADAR 2026
Li Şêxmeqsûd Kurdek 70 salî hate qetilkirin

Li Şêxmeqsûd Kurdek 70 salî hate qetilkirin

12 SIBAT 2026
Heyva Sor a Kurd: Rewşa mirovî li Kobanê girantir dibe

Dorpêça li Kobanê didome: Şam 5 roj in peymanê binpê dike

7 SIBAT 2026
Li Helebê dorpêça li ser Kobanê hat nîqaşkirin

Li Helebê dorpêça li ser Kobanê hat nîqaşkirin

5 SIBAT 2026
Banga alîkariyê ji bo koçberên Heleb, Reqa û Tebqayê

Banga alîkariyê ji bo koçberên Heleb, Reqa û Tebqayê

19 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (395)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne