Amed – Li navçeya Hênê ya Amedê wesayîtek ji rê derket û qeza kir. Di encama qezayê de yek jê giran 2 kes birîndar bûn.
Di danê sibê de di ketina navçeya Hênê ya Amedê de dolmîşa şîrketa kargoyeke taybet a bi pîleqeya 21 AGL 620 ji rê derket û qeza kir. Di encama qezayê de yek jê giran 2 kes birîndar bûn. Li ser vê yekê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û mudaxileyî kesên birîndar kirin. Piştî mudaxileyê tîmên tenduristiyê kesên birîndar bi ambulansan birin Nexweşxaneyê Dewletê ya Hênê.













