• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dîyar Koç do sewqê Anqara bêro kerdene

    Rewşa tenduristiya Diyar Koç dijwartir dibe

    Li Mûşê piştî çalakiya gel 2 kes bi lêdanê hatin binçavkirin

    Li Mûşê piştî çalakiya gel 2 kes bi lêdanê hatin binçavkirin

    Li Hesekê civîna Hêzên Ewlekiariya Hundirîn û Şamê dest pê kir

    Li Hesekê civîna Hêzên Ewlekiariya Hundirîn û Şamê dest pê kir

    Bi girseyî serdana şîna şervanê YPGê Delîl Elktamiş hate kirin

    Bi girseyî serdana şîna şervanê YPGê Delîl Elktamiş hate kirin

    Dadgehên Iraqê dest bi lêpirsîna çeteyên DAIŞê kir

    Dadgehên Iraqê dest bi lêpirsîna çeteyên DAIŞê kir

    Saziyên wêjeya Kurdî: Rojava çavkaniya yekîtiyê ye

    Saziyên wêjeya Kurdî: Rojava çavkaniya yekîtiyê ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Navenda Nûçeyan / AW

2 SIBAT 2026 - 16:50
Kategorî: ROJANE
A A
Piştî ku şandeya Wezareta Karên Hundir a hikumeta demkî gihîşt Hesekê, civîna Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bi şandeyê re dest pê kir.

Şandeyeke Wezareta Karên Hundir a hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di çarçoveya pêkanîna peymana 30yê Çileyê de ya di navbera HSD û hikumeta demkî de îro derbasî Hesekê bû.

Li gorî nûçeya ANHAyê; şande bi Asayîşa Kantona Cizîrê re berê xwe da avahiya Trafîkê ya bajêr. Civîn ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin.

Beriya ku civîn dest pê bike, rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê yê ji aliyê hikumeta demkî ve hatiye tayînkirin Merwan El Elî û rêveberê Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mehmûd Xelîl Elî bersiva pirsên rojnamegeran dan.

Mehmûd Xelîl Elî ku bi navê Siyamend Efrîn tê naskirin diyar kir ku ew peymana di navbera HSD û hikûmeta demkî de bi cih tînin û got ku armanca vê peymanê rawestandina şer û rêgirtina li pêşiya herikîna xwînê di navbera her du aliyan de ye. Xelîl Elî her wiha anî ziman ku şer zirarê dide her du aliyan jî.

Mehmûd Xelîl Elî bi bîr xist ku gelê Rojava ji sala 2011an ve zêdetirî 22 hezar canê xwe ji dest dane û zêdetirî 30 hezar kes di şer de birîndar bûne û got: “Wê xwîna wan şehîd û birîndaran vala neçe.”

Xelîl Elî da zanîn ku ji bo xebatên entegrekirinê komîteyek hatiye avakirin û ev komîte hatiye herêmê da ku entegrasyonê temam bikin, piştre vegere cihê xwe.

Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Hesekê Merwan El Elî jî got: “Ez bawer dikim ku ev hevdîtin dê nakokiyan ji holê rake. Rojên pêş dê teqez aramiyê pêk bîne.”

Piştî bersiva pirsên rojnamegeran civîn ji çapemeniyê re girtî dest pê kir.

Etîket: HesekêHêzên Ewlekariya HundirînHikûmeta Demkî ya Şamê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê dest pê kir

Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê dest pê kir

2 SIBAT 2026
Sibe li Hesekê, du sibe li Qamişloyê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Sibe li Hesekê, du sibe li Qamişloyê qedexeya derketina derve hat ragihandin

1 SIBAT 2026
Peymana serdemê: Kodên peymana Rojava-Sûriyê û wateya wê

Peymana serdemê: Kodên peymana Rojava-Sûriyê û wateya wê

30 ÇILE 2026
Çete bi dronan êrişî gundê Baqla û nûqteya kontrolê ya Heznê kirin

Li rojavayê Hesekê 4 çete hatin kuştin

28 ÇILE 2026
Malîkî: HTŞ nikare Sûriyeyê birêve bibe

Malîkî: HTŞ nikare Sûriyeyê birêve bibe

25 ÇILE 2026
Rêveberiya Xweser: Agirbest dirêj bû lê gefên leşkerî didomin

Rêveberiya Xweser: Agirbest dirêj bû lê gefên leşkerî didomin

25 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (83)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne