Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê li bajarê Hesekê dîlgirtiyan pev diguherînin. Hat ragihandin ku pevguhertin di çarçoveya peymana 29ê Çileya 2026an de tê pêkanîn.
Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl diyar kir ku komek ji şervanên QSDê yên ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ve hatine dîlgirtin dê werin berdan. Rayedaran diyar kirin ku zêdeyî 300 dîlgirtî dê li herêma Xaçerêya El Sebax a li Hesekê bi rengekî fermî bêne berdan.
Her du jî 300 kesan berdidin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn navê 300 dîlgirtiyên ku dê werin berdan parve kir û tê payin ku dîlgirtî dê bi otobusan bigihêjin Hesekê. Hate gotin ku pêvajo bi du aliyan ve tê meşandin û QSD jî dê di heman çarçoveyê de 300 girtiyên Hikumeta Demkî yên Sûriyeyê berdaye.
Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê de hatiye ragihandin ku pevguhertina dîlgirtiyan ji bo bicihanîna peymana 29ê Çileyê û xurtkirina aramî û aştiya sivîl a li herêmê pêk hatiye. Herwiha hate gotin ku lîsteya navê kesên hatin berdan bi raya giştî re hate parvekirin.













