Li Hewêrê sê drone ji aliyê parastina hewayî ve hatin xistin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê kêliyek berî niha dengê teqîneke mezin li Hewêrê hate bîhîstin. Hate zanîn ev deng dema ku sê drone ji aliyê parastina hewayî ve hatiye xistin, hatiye bîhîstin.
Ji destpêka êrişên Amerîka û Îsraîlê bo ser Îranê, baregeha leşkerî ya hêzên Amerîka ya li Hewlêrê a li nêzî Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê li rastî êrişên mûşek û dronên Îranê her wiha dronên hêzên çekdar yên Iraqê ve tê. Lê hemû drone û mûşekên Îran û komên çekdar yên Iraqê ji aliyê parastina hewayî ya hêzên DYAyê ve hatine xistin.
Ji duh ve çendîn car hêzên Eniya Berxwedana Iraqê ku nêzîkî rejîma Îranê ne, berpirsiyariya êrişên li ser baregeha leşkerî ya hêzên DYAyê girtin ser xwe.













