• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Li sînorê Elbakê dîwêr ava dikin

    Li sînorê Elbakê dîwêr ava dikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Li sînorê Elbakê dîwêr ava dikin

    Li sînorê Elbakê dîwêr ava dikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Îdirê Newroza rengîn: Divê dewlet gav biavêje

Îdir / AW

17 ADAR 2025 - 14:35
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Welatiyên Îdirê bi cil û bergên xwe yên rengîn beşdarî pîrozbahiyê Newrozê bûn û bi coşeke mezin cejna xwe pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de piştgiriya ji bo banga Abdullah Ocalan derket pêş û banga “gav biavêje” li dewletê hate kirin.

Li Îdirê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” cejna Newrozê hat pîrozkirin. Pîrozbahî, li Qada Şeker Pancariyê hat lidarxistin. Ji saetên zû yên serê sibehê ve welatî daketin qadê. Welatî, bi servîsên Şaredariya Îdirê li qada Newrozê hatin veguhestin.

Bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Cilûbergên bi rengên kesk û sor û zer ên welatiyan bal kişand ser xwe. Gelek ciwanan jî rûyên xwe bi rengên kesk, sor û zer boyax kiribûn. Jinên ku cil û bergên ji xwe re taybet dirûbûn, li pêş cih girtin. Li qadê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Di pîrozbahiyê de ewilî ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê rêz hate girtin û piştre jî bername dest pê kir.

‘Gelo hûn hê jî li benda çi ne?’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun di pîrozbahiyê de wiha got: “Newroz, berxwedan e, vejîn e û serhildana jin û ciwanan e. Serhildana li dijî zilmê û zordestiyê ye. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê agirê Newrozê hatiye hilkirin. Ev agir, heta ku em azad dibin dê her tim hil be. Birêz Ocalan di 27ê Sibatê de ji bo gelên cîhanê bangek kir. Divê hemû gel berpirsyartiya xwe ya li hemberî vê bangê bicih bînin.”

Endama Meclisa DBPê Muazzez Orhan jî di serî de Mazlum Dogan, Sema Yuce, Bêrîvan û Rahşan bi bîr anî. Muazzez Orhan wiha axivî: “Newroz, berxwedana kesên bedena xwe veguherandin xeleka ji agir e. Newroz, jin e. Ji ber ku ji ewil jin hatiye bindestkirin. Heke jin azad bibe dê civak jî azad bibe. Rahşanan, bi bedena xwe têkoşîna azadiyê ya jinan ronî kirin. Lewma jî jin pêşengên têkoşîna azadiyê û avakirina aştî û civaka demokratîk in. Ev îrade îro jî li qadên Newrozê ye. Di serî de gelê Kurd, birêz Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn rêya çareseriyê nîşan da. Em jî amade ne ku xwedî li vê bangê derkevin. Em bang li dewletê dikin; ji bo bersivê bidin vê bangê hûn xwe li benda çi digirin? Ma divê hêj çend mirov bimirin? Em naxwazin êdî kesek bimire.”

‘Em bi birêz Ocalan re ne’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik jî wiha got: “Şert û merc çi dibin bila bibin ev agir ev 50 sal in her tim geş bû. Ji ‘kart û kurtan’ gelekî mezin hat afirandin. Gelê Kurd îro gelê herî girîng ê Rojhilata Navîn e. Bedela vê jî gelê me li çiyê û zindanan pir mezin da. Birêz Ocalan di 27ê Sibatê de manîfestoyeke nû ragihand. Got ku dê rêxistina 50 salan didome çekan berde. Rêyeke nû vekir. Birêz Ocalan ji Îmraliyê rêyeke nû pêşniyar kir. Pêşniyara wî ew e ku civakeke demokratîk û yekitiya gelên Kurd û Tirkan were avakirin. Em jî li van qadan dibêjin ku em bi pêvajoya birêz Ocalan li Îmraliyê daye destpêkirin re ne. Ji vê qadê hezar silav ji te re. Ev sedsal dê bibe sedsala Kurdan.”

Piştî axaftinan, girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Piştî pêxistina agirê Newrozê, hunermend Hîvron derket ser dikê. Bi hezaran kesan li ber stranên Hîvronê govend gerandin. Piştre jî repbêj Pîroz derket ser dikê û repbêjiyê kir. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: NewrozNewroza 2025anRêbertiya Azad Civaka Demokratîk
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Kurdistanî di Newrozê de li dora Abdullah Ocalan bûn yek

AKPê ji bo roja 21ê Adarê bibe betlane pêşnûme qanûn pêşkêş kir

15 NÎSAN 2025
Kurdan li Torontoyê Newroz pîroz kir

Kurdan li Torontoyê Newroz pîroz kir

24 ADAR 2025
Newroza Stebolê bi ‘Bijî Serok Apo’ bi dawi bû

Newroza Stebolê bi ‘Bijî Serok Apo’ bi dawi bû

23 ADAR 2025
Ji Newroza Antalyayê Bijî Serok Apo bilind bû

Ji Newroza Antalyayê Bijî Serok Apo bilind bû

23 ADAR 2025
Sed hezaran li Stenbolê Abdullah Ocalan silav kir

Sed hezaran li Stenbolê Abdullah Ocalan silav kir

23 ADAR 2025
Li welatê Ewropa Newroz bi coş pîroz kirin

Li welatê Ewropa Newroz bi coş pîroz kirin

23 ADAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (265)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne