Li gorî angaştên dawî gelek cenazeyên welatiyan ku ji hêla hêzên rejîmê ve hatine kuştin, li eywaneke werzîşê de tên ragirtin.
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên li dijî krîza aborî ku belavî seranserê welat bû, di roja 14an de jî berdewam kir. Li gorî angaştên li ser medyaya civakî tên belavkirin gelek caneze di eywaneke werzîşê de tên ragirtin û xizmên wan di çin li wir cenazeyên xwe teşhîs dikin.
Di dîmenên hatine belavkirin de jî xuyaye ku gelek cenaze li eywanê de hene, lê derbarê ku ev cenaze li kîjan eyaletê an jî bajarî ne de tu agahî nehatine dayîn.












