Nasnameya 54 girtî û 17 Kurdên ku di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hatine qetilkirin, aşkera bûn.
Li gor çavkaniyên xwecihî, di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hejmarek gelek zêde ya welatiyên Kurd hatine girtin û qetilkirin. Nasnameya 54 xwepêşanderên hatine girtin û 17 xwepêşanderên Kurd ên hatine qetilkirin, aşkera bûn.
Fikar heye hejmar zêde bibe
Navên xwepêşanderên hatine qetilkirin jî wihane; Hisên Şîrkul, Ebas Zeynelî, Resul Cehferî, Şehram Mihemedzade, Celîl Mîlanoyî, Reza Xanzade, Bêjen Îbrahîmî, Reuf Direxşan Mêhr, Mecîd Zengene, Hesen Elî Newrozî, Behzad Ebasî Gewrecobî, Mahan Merdanî Girsedefî, Mîlad Gencdost, Mesûd Sehamî, Cewad Niyazî, Ferşîd Şekersuxen û Cewad Eskerî. Li gorî çavkaniyên herêmî fikar heye ku hejmara darvekirinan zêde bibe.
Hejmara binavkiriyan nayê zanîn
Beşek din a navên kesên hatine binçavkirin wihane; Erşed Ardem, Raman Yusufî, Soran Sehragerd, Erselan Dîwarger, Mihemed Hisên Dawud, Yasîn Fetih, Wehîd Qenberî, Behmen Nadirî, Yehya Heyderyan, Yadgar Rustemî, Sasan Pak Rewan, Hesen Xuşruw, Mihemedreza Şabazî, Hemîd Çiraxî, Kiyan Nigehdar, Seîd Yasemî, Mêhradad Hesenwend, Celal Feramerzî, Habîl Beg Mihemedî, Mêhrdad Nesîrî, Zahêd Ziraî, Cehfer Mehmudî, Siyamend Qadirzade, Selîm Qadirzade, Suhrab Behramî, Danyal Başî, Hadî Necefî Nejad, Mihemed Rehmanî, Arîn Rehmanî, Îmad Heyderyan, Armîn Mihemedî, Reza Mihemedî, Mîlad Mihemedî, Dawud Rezayî, Mîlad Ruşen Rewan, Mehdî Nezerî, Mêhrdad Resayî. Li gorî agahiyên rêxistinên mafên mirovan rejîma Îranê bi hezaran kes girtine û derbarê hejmara girtiyan de agahiyek zelal nîne.
Binçavkirin didomin
Navên kesên hatine binçavkirin wihane; Mamosta û çalakvan Ehmed Elîzade, Hêja Umêd, Nuredîn Çelenger, Mamostayê Zanîngehê Hisên Şukrî, Seîd Kerîm Begî, Sîna Xezenferî, Hamid Ezeryan, Muhsin Rusta, Ramyar Teberxun, Îbrahîm Osmanî, Endazyar Heybet Mueyed, Mihemedreza Nusretî, Mesûd Babayî, Ebdullah Sarbegî, Arman Ardem, Eşkan Ardem.
Rejîma Îranê ji roja 28’ê Kanûna 2025an heta niha bi hinceta tev li serhildanê bûne li hemberî welatiyan zext û zordariyek mezin dimeşîne.













