Li Îzmîrê li dijî qereqola polîsan êrişa çekdarî pêk hat. Di êrişê de 2 polîs hatin kuştin
Li dijî Navenda Polîsan a Salih Îşgoren a navçeya Balçovayê ya Îzmîrê êrişa çekdarî pêk hat. Midûrê Emniyetê Muhsîn Aydemîr û polîsê bi navê Hasan Akin di êrişê de hatin kuştin. Polîsên bi navên Omer Amîlag û Mûrat Dagli jî birîndar bûn.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya destnîşan kir ku piştî bûyerê kesê bi navê E.B. (16) hatiye binçavkirin.