DEKUP û Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Îzmirê bi boneya “Hefteya Lehegniyê” bernameya bîranînê li dar xist. Mehmet Şîrîn Tunç di bîranînê de axivî û got, “evgera ku Rêberê Gelê Kurd da destpêkirin roj bi roj mezin bû û hat vê rojê.”
Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) û Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmirê di boneya 21-28ê Adarê “Hefteya Lehengiyê” li avahiya DEM Partî ya li Îzmirê bîranînê li dar xist. Rêveber û endamên DEM Partî û Navend û Navçeyên Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) yên Îzmirê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.
Bîranîn ji bo cangorêyên şoreşê bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre sînevizyona ku jiyana cangoriyên şoreşê vedibêje hat pêşandan.
‘Tevgera Rêberê Gelê Kurd dayî destpêkirin roj bi roj mezin bû’
Piştî sînevizyonê Mehmet Şîrîn Tunç axivî û diyar kir ku meha Adarê meha şehîdan e û got: “30ê Adara 1972an de Mahîr Çayan û 9 rêhevalên wî li Kizildereyê gihîştin şahadetê. Kurdistan her tim bû cihê berxwedanê. Gelê Kurd Gelên cuda re li ser axa Kurdistanê hebûna xwe didomîne. Kê hatibe li Kurdistanê Gelê Kurd her tim deriyê xwe vekiriye lê her tim xiyanet Gelê Kurd hatiye kirin. Vê sedsalê jî li Kurdistanê gelek tiştên mezin hat kirin. Dema Komara Tirkiyeyê hat avakirin gotin ev welat welatê Tirk û Kurdan e. Lê piştre gotin na hemû kes Tirkin divê bibin Tirk. 1925an de Şêx Seîd, Komkujiya Dêrsîm û Zîlanê ve 40 hezar Kurd hat qetilkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Tevgera Azadiyê du peyva da destpêkirin; ‘Kurdistan mêtingehe.’ Rêberê Gelê Kurd bi van her du peyv û nêrînê ve dema ku li ser pirsgirêka Kurd sekinî, lehengî derket holê. Ji bo vê yekê jî Rêberê Gelê Kurd ji bo Mazlum Dogan û Egîd (Mahsûm Korkmaz) ev tişt got; ‘Mazlûm hevîrê zanistê ya ku hatibû hunandin. Egîd şûrê gelê berxweder e’. Tevgera ku Rêberê Gelê Kurd da destpêkirin roj bi roj mezin bû û hat vê rojê.”
Bîranin bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.













