Li Kamaraya Lordan a Parlamentoya Brîtanyayê bi boneya 27emîn salvegera komploya 15ê Sibatê , bi beşdariya siyasetmedar, sendîkavan û akademîsyenan wê panela “Di Rojhilata Navîn a diguhere de Kurd” bê lidarxistin.
Di salvegera 27emîn a komploya navneteweyî ya 15ê Sibata 1999an a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, wê ji hêla Centre For Kurdish Affairs (Navenda Lêkolînên Kurd) ve li Kamaraya Lordan a Parlamentoya Brîtanyayê panel bê lidarxistin.
Panela ku wê êvara 12ê Sibatê bi beşdariya siyasetmedar, sendîkavan û akademîsyenan wê panela bi sernavê “Di Rojhilata Navîn a diguhere de Kurd, hevsengiyên hêzê, rîsk û derfet” bê lidarxistin.
Panela ku ji hêla Parlamenterê Partiya Karker Bambos Charalambus ve tê lidarxistin, wê endamê Şandeya Îmraliyê û parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek, endamê Kamaraya Lordan Maurice Glasman, lêkolîner û nivîskara femînîst Rahila Cupta, pisporê têkiliyên navneteweyî Prof. Vassilis Fouskas û berdevkê Têkiliyên Derve yê PYDê Salih Muslim beşdar bibin.
Di panelê de wê li ser aliyên siyasî, civakî û mafên mirovan ên pirsgirêka Kurd, bi taybetî pêvajoyên aştiyê, beşdariya demokratîk û rola civaka sivîl rawestin.
Tê payîn ku mijarên wekî siyaseta derve ya Tirkiyeyê, destwerdana herêmî û pirsgirêka Kibrisê, hevgirtina civakî û avakirina aştiyê û aştiya li Rojava û Rojhilata Navîn jî bên nîqaşkirin.
Çalakvanê Centre For Kurdish Affairs Seîd Pirsûs bal kişand ser girîngiya çalakiyê û bi bîr xist ku salvegera komploya navneteweyî 15ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, xalek girîng a werçerxê ya dîroka gelê Kurd e.
Pirsûs diyar kir ku wê nûnerên tevgera Kurd, akademîsyen, parlamenter û civaka sivîl bîne cem hev û anî ziman ku wê li ser bandora kûr a komployê, berxwedana demokratîk û rêya çareseriyên wê nîqaşên girîng bên kirin.













