Li bajarê Karlsruhê yê Almanyayê bi armanca piştevaniya bi Rojava re meşek hate lidarxistin. Polîsan êrîşî meşê kirin û ciwan bi lêdanê binçav kirin.
Li bajarê Karlsruh ê Almanyayê, ji bo protestokirina êrişên li ser Rojava li Qada Markplatzê meşek hate lidarxistin, bi sedan Kurdistanî û dostên tev li meşê bûn.
Gelek polîs sewqî qada meşê hatin kirin. Alên YPG, YPJ û PYD’ê û dirûşmeyên der barê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatin qedexekirin. Polîsan destûr nedan bikaranîna pergala deng û mîkrofonê. Hate diyarkirin ku polîsan bersiva keyfî daye pirsa rojnemavanan ên li ser binda hiqûqê.
Di dawiya çalakiyê de polîsan jî bi hinceta ku “cilên gerîla” ne êrîşî ciwanên ku cilên Kurd ên neteweyî li xwe kiribûn, kirin. Ciwanên ku bi lêdanên hatin binçavkirin, piştî karûbarên bi saetan dewam kir, hatin berdan.













