Şirnex – Bi germbûna hewayê re welatiyên navçeya Qilebanê berê xwe dane zozanên Kela Memê. Ji welatiyan Îrfan Alturk diyar kir ku ew jiyana ku pergal li wan ferz dike qebûl nakin û got: “Li zozanan jiyaneke komînal heye. Tevî zehmiyetan jî jiyana li zozanan xweş e.”
Navçeya Qilebanê ya Şirnexê ku bi çiya, daristan û xwezaya xwe ya dewlemend tê zanîn, ji bo welatiyan jî çavkaniya debarê ye. Welatiyên Qilebanê ku bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dikin di demsala havînê de berê xwe didin çiya û zozanan. Yek ji cihê ku welatî bêtir berê xwe didinê zozanên Kela Memê ye. Çiyayê Kela Memê di navbera navçeya Qileban û navenda Şirnexê de dimîne û bi ser navçeya Qilebanê ve ye. Kela Memê çiyayekî bilind e û 3 hezar 300 metre bilind e. Li çiyayê Kela Memê di demsalên havînê de jî berf lê heye û nahele. Ji ber wê jî welatiyên navçeya Qilebanê weke her sal îsal jî berê xwe dane zozanên Kela Memê û heta dawiya havînê wê li zozanan bimînin.
Li Şirnexê bi hinceta “Ewlehiyê” gelek herêm hatine qedexekirin. Li Kela Memê jî gelek cih hatine qedexekirin û welatiyên tên zozanan bi destûr an jî nikarin pezê xwe bibin wan herêman. Welatiyên Qilebanê ku bi sewalkariyê debara xwe dikin û di demsalên havînê de pezê xwe dibin zozanan gelek caran bi van qedexeyan re rû bi rû dimînin. Di salên 1990î de jî gelek dever li vir hatibûn qedexekirin. Niha jî gelek cih qedexe ne. Lewma welatî bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin.
Jiyana zozanan
Hatina welatiyan a zozanan li gorî salên berê kêm bûye. Welatî konan vedidin û ji xwe re dikin stargeh û welatî li vir dirûna giya jî dikin. Welatî ava xwe ji kaniyan dabîn dikin. Dengê pez û zarokan di hev de harmoniyeke çêdike û hewaya hênik xwe li rûyê mirovan dixe û mirovan dilşad dike. Şivan dan bi dan berê pezê xwe didin mêrgan û diçêrînin. Welatî li zozanan bi awayek jiyana zibareyî-komunal dijîn. Ji welatiyên berê xwe dane zozanan Îrfan Alturk axivî û qala xweşikî û zehmetiyên zozanan kir.
‘Xweşiya zozanan li cihekî tune ye’
Îrfan Alturk ku di hundirê konê xwe yê reş de axivî anî ziman ku zozan çanda wan a bi sedan salan e û bapîr û dapîrên wan jî di demsala havînê de berê xwe didan zozanan û ew jî vê çandê didomînin. Îrfan Alturk destnîşan kir ku ew jiyana ku pergal li wan ferz dike qebûl nakin û got: “Weke salên berê em jî di demsala havînê de berê xwe didin zozanan. Em di demsala havînê de tên 3-4 mehan li vir dimînin û piştre vedigerin. Debara me li ser sewalkariyê ye. Em pez xwedî dikin. Pezê xwe tînin zozanan. Em li zozanan giya didirûn, pez xwedî dikin. Helbet zahmetiyên wê jî pirr in. Lê xweşiya zozanan jî li cihî tune ye.”
Qedexeya li ser zozanan
Îrfan Alturk diyar kir ku ji ber qedexeya zozanan gelek welatî neçar mane ku pezê xwe bifiroşin û wiha axivî: “Salên berê nêzî 100 mal dihatin zozanên me û li vir kon vedigirtin. Lê niha em 8 mal hatine. Li Kela Memê jî cihên qedexekirî hene. Em pezê xwe tenê li cihê destûr tê dayîn, diçêrînin. Qedexeya herêman helbet bandorê li ser me jî dike. Em nikarin sewalên xwe bi rehetî berdin. Heke qedexe tune bûya, em ê li vir serbest tevbigeriyan.”
‘Jiyaneke komunal li vir heye’
Îrfan Alturk balê dikişîne ser ser xweşiya zozanan û ev yek anîn ziman: “Zozan çandeke me ya Kurdan e. Jiyaneke komunal li vir heye. Her tiştê me hevpar e. Lê bi destê pergalê çanda zozanan jî kêm bûye. Ciwan êdî ji ber rewşa aboriyê berê xwe didin metropolan, weke berê kes nayê zozanan. Her tiştê zozanan xweş e. Heke zahmetî nebe xweşî jî nabe. Hemû tiştên zozanan xwezayî ye.”