Çeteyên HTŞ û DAIŞê yên girêdayî Tirkiyê ceryan û ava ji bo Kobanê tê birîn. Ji ber tunebûna ceryanê înternet jî kut bû.
Êrişên çeteyên HTŞ û DAIŞê yên girêdayî Tirkiyê berdewam dike. Komên di bin kontrola Tirkiyê de duh ceryan û ava Kobanê qut kiribûn. Ji ber tunebûna ceryanê înterneta bajêr jî îro bi tevahî qut bû. Balkêş e ceryan û av piştî serdana şandeya Tirk a li ser sînorê Kobanê pêk hat.












