Hevserokê Gişti yê Avê ya Kantona Firatê Mesûd Bozî anî ziman ku ji ber êrîşên Tirkeyê yên li dijî Bendava Tişrînê av û ceyran qut bûye ûgot: “Ji sedî 70ê ava Kobanê qut bûye. Di demsala zivistanê te ji ber tunebûna av û ceyranê gel zahmetiyan dijî. Le dîsa gel bi biryare heta dawî li ber xwe bide.”
Êrîşên Dewleta Tirk û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Bendava Tişrînê ji 8ê kanûna 2024an ve didomin. Ji ber êrîşên li ser Bendava Tişrînê av û ceyrana Kobanê û herêmê hatiye qutkirin. Ji ber av û ceyran tune gel zor û zahmetiyan dijî. Li dijî êrîşan gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8ê Çileya 2025an û şûnde li ser Bendava Tişrînê dest bi nobetê kir. Nobeta gel a li ser Bendava Tişrînê di roja 18an de berdewam dike.
Herî dawî sedan şêniyên ji kantonên Dêrazor, Tebqa û Reqayê tevî şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin Bendava Tişrînê û dest bi nobetê kirin. Dema gel gihîşt bendavê, Dewleta Tirk êriş kir. Di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da. Bi dehan jî birîndar bûn. Di êrişên li ser xwepêşandêrên li bendavê de, heya niha 21 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hevseroke Giştî yê Avê ya Kantona Firatê Mesûd Bozî têkildarî êrîşên li ser Bendava Tişrînê û qutkirina av û ceyranê nirxandin kir.
‘Bi êrîşan dixwazin gel koç bike’
Mesûd Bozî anî ziman ku Dewleta Tirk û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, li ber çavên hemû cîhanê bi awayekî hovanê û li dijî qanûnên şer êrîş dikin û wiha got: “Ji aliyê her kesî ve xuya dike ku Tirkiye armanc dike ku gelê herêmê koçber bike. Dixwaze herêmê vala bike û li şûna wê kesên din bi cih bike. Dixwaze herêmê dagir bike. Li gorî pîvan û zagonên şer ên navdewletî jî, divê çavkaniyên jiyanê yên wekî av û ceyranê bêne parastin. Divê depoyên genim, aş û firinên nan neyên hedefgirtin. Lê mixabin Dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe êrîşî çavkaniyên jiyanê dike. Bi van êrîşên li dijî çavkaniyên jiyanê dixwaze gelê herêmê koç bike û herêmê vala bike.”
‘Ji sedî 70ê av qut bûye’
Mesûd Bozî anî ziman ku ji ber erîşên Tirkiyeyê av û ceyran tune û ev agahî parve kirin: “Ceyran ji bin ve hatiye qutkirin. Di 8ê kanûna 2024an de Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov êrîşî Bendava Tişrînê kir. Êrîşên li ser Bendava Tişrinê ku çavkaniya av û ceyranê ye, heta îro didome. Bi van êrîşan bendavê û sivîlên li wir dike hedef. Bi van êrîşan bendav ji xizmetê derketiye û ceyran hatiye qutkirin. Av jî bi ceyranê ve girêdayî ye. Qutkirina ceyranê (kareba) bandora xwe li ser tunebûna avê jî dike. Ji sedî 70ê av qut bûye. Av ji sedî 30 tê Kobanê. Av têra gel nake.”
‘Gel li dijî êrîşan biryara berxwedanê daye’
Mesûd Bozî destnîşan kir ku av û ceyran(kareba) çavkaniyên jiyanê ne û wiha lê zêde kir: “Gel ji ber tunebûna av û ceyranê alozî û zahmetiyên mezin dijî. Hemû kes dizane cihê ku av û ceyran lê hebe, şînahî û jiyan lê heye. Tevî van êrîşan û qutkirina av û ceyranê jî gelê Kobanê biryara xwe daye. Dê heta dawî li ser axa xwe bijî û heta dawî dê ji bo ax û ava xwe têbikoşe li ber xwe bide.”
Mesûd Bozî bal kişandr ser hewldanên çareseriyê yên ji bo avê û wiha got: “Ji bo gel bê av nemînin em bîrên avê bikar tînin. Ava heyî têr nake. Dîsa em jeneretoran bikar tînin û ceyranê bi dest dixin. Em hewl didin ku jeneretoran zêdetir bikin. Em hewl didin bi zêdekirina jeneretoran kêmasiya av û ceyranê temam bikin.”
Ji bo çareseriyê di nava lêgerînê de ne
Mesûd Bozî bal kişand ser zor û zahmetiya tunebûna av û ceyranê û wiha axivî: “Demsal zivistan e. Şev dirêj û roj kinin. Sir û serma zêde ye. Ji ber sir û sermayê mirov zahmetiyan dijîn. Nikarin sûdê ji televizyon, firin û amûrên ku xizmeta jiyanê dikin, bigirin. Di demsala zivistanê de herî zêde pêdivî bi ceyranê heye. Di demên bihar û havînan de jî zedetir pêdivî bi avê heye. Ku wisa bidome, dê pêdiviyên av û ceyranê zêdetir bibin. Li pêşiya me demsala bihar û havînê heye. Ku wisa bidome dê gel nikaribe pêdiviyên jiyanê temîn bike. Hewldan û xebatên me ji bo em karibin çavkaniyan zêde bikin e. Lêgerîna me ya ji bo çareseriyê didome.”
‘Herêm di dorpêçê de ye’
Mesûd Bozî bal kişand ser dorpêç û ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha bi dawî kir: “Sînorên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine girtin. Ji sînorê başûr heta Bendava Tişrînê herêm di bin dorpêçê de ye. Ambargoyek mezin li ser herêmê heye. Ji ber vê yekê em nikarin pêdiviyên xwe ji derve peyda bikin.”